Berdevkê PJAKê Rêwar Avdanan diyar kir ku rejîma Îranê li hemberî têkoşîna gelan lewaz bûye û êdî ne Îran ne jî Rojhilata Navîn wekî berî şer namîne. Avdanan anî ziman ku berdewama agirbestê girêdayî muzakereyan e û wiha got: “Dibe ev agirbest bibe bêhnvedanek kurt a şerek dijwartir.”
Berdevkê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêwar Avdanan, agirbesta demkî ya di navbera Îran û DYAyê û bandorên wê yên li ser herêmê ji ANFê re nirxand. Avdanan bal kişand ser rola stratejîk a Kurdan û diyar kir ku bêyî vîna gelê Kurd li herêmê guhertineke mayinde nepêkan e.
‘Agirbest dibe ku bêhnvedanek kurt be’
Rêwar Avdanan destnîşan kir ku pêşeroja agirbesta 15 rojî, bi encamên muzakereyên nû ve girêdayî ye û wiha got: “Heke alî negihîjin daxwazên xwe û muzakere mîna yên berê xitimî bimînin, îhtîmaleke mezin e ku şer hîn dijwartir bibe. Heke Pasdarên Îranê daxwazên DYAyê qebûl nekin, ev agirbest ji bêhnvedaneke kurt a di nav şer de wêdetir nabe.”
‘Ne Îran ne jî Rojhilata Navîn mîna berê namînin’
Avdanan diyar kir ku şer bandoreke kûr li ser herêmê kiriye û wiha berdewam kir: “Heke Îran neçar bimîne ku di polîtîkayên xwe yên hegemonîk de guhertinên bingehîn bike, ev yek wê hevsengiyên Rojhilata Navîn bi temamî biguherîne. Êdî ne Îran wê bibe Îrana berê, ne jî Rojhilata Navîn.”
‘Rejîm li hemberî daxwazên gel lawaz bûye’
Avdanan bal kişand ser krîzên hundirîn ên Îranê û ev nirxandin kir: “Rejîma Îranê hewl dide vê agirbestê ji bo sergirtina qelsiyên xwe û zêdekirina zextên li ser Kurdan bikar bîne. Lê belê gelê Îranê û Kurd êdî rêya xwe ji vê rejîmê cuda kirine. Piştî derbeyên giran ên di vî şerî de, rejîm di rêvebirina welat de hîn lawaztir bûye. Dema krîz sînorên tehamula gel derbas bikin, civak wê berteka xwe nîşan bide.”
‘Azadî û xwerêveberî nabin mijara bazarê’
Berdevkê PJAKê Avdanan destnîşan kir ku çi agirbest bibe û çi şer berdewam bike, têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan û gelên din wê qet nesekine. Avdanan wiha domand: “Azadî, demokrasî, wekhevî û xwerêveberiya civakî mijarên bazarê nîn in.”
‘Divê herkes rola stratejîk a Kurdan qebûl bike’
Avdanan di dawiya nirxandinên xwe de bal kişand ser daxuyaniyên Serokê DYAyê Donald Trump ên li ser Kurdan û wiha got: “Kurd gelekî bi hişmend û polîtîk in. Pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û têkiliyên xwe li gorî daxwazên xwe yên neteweyî diyar dikin. Divê hêzên herêmî jî qebûl bikin ku bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn guhertineke erênî pêk nayê. Divê dawî li polîtîkayên yekalî bê anîn û rêz li vîna gelê Kurd re bê girtin.”













