Li Tetwanê berf û cemeda ji ser banê avahiyekê bi ser Ayşe Îder de hat xwarê û jina ciwan a 21 salî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Tetwan (Tatvan) a Bedlîsê jina ciwan a bi navê Ayşe Îder (21) dema li ser peyarêyê dimeşiya, berf û qeşaya ku ji ser banê avahiyekê kom bûbû, bi ser jina ciwan de hat xwarê. Di encamê de Ayşe Îder bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Hat zanîn ku Ayşe Îderê tevî mudaxileya bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da.
SES: Ambûlans 45 deqeyan dereng çû cihê bûyerê
Sendîkaya Kedkarên Tendûristiyê û Xizmeta Civakî (SES) li ser bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku li Tetwanê tîmen tendûristiyê û ambûlans pir kêm in û dema berf û cemed bi ser jina ciwan de hatiye xwarê jî li Nexweşxaneya Tetwanê tîmên tendûristiyê nebûne. SESê da zanîn ku ambûlansa hatiye ku jina ciwan rake nexweşxaneyê jî ji gundê Reşadiyeyê yê 35 kîlometreyan dûrî Tetwanê hatiye.













