Wan – Li Gundê Pîzan a navçeya Elbakê Kelehek û Medreseyek maye. Ev keleh û medrese tevî nerestorekirinê jî li ser pêyan in.
Navçeya Elbak a Wanê, ji ber berhemên xwe yên dîrokî û xwezaya xwe xwedî taybetmendiyeke mezin a herêmê ye. Ji serdema Ûrartûyan heta mîr û mîrekên Kurdan gelek berhem li vir hatine afirandin û çêkirin. Li navçeyê niha piranî eşîra Ertoşiyan hene û ji aliyê gundewariyê de pêş ketine. Li Gundê Pîzan a herêma Şerefan ku mileke Ertoşiyan e, keleh, medrese û goristaneke dîrokî heye. Ev berhemên Pîzanê, li gorî şêniyên gund, ji aliyê Mîrektiya Ebasiyan a Kurd ku girêdayî Mîrê Xoşebê bûye û di derheqê wan de agahiyên zelal nîn in, hatine çêkirin û tevî nerestorekirinê jî li ser pêyan in. Dîroka kelehê tam nayê zanîn. Lê li ser deriyê medereseyê dinivîse ku di 1653an de ji hêla Xusrev Paşa ve hatiye çêkirin.

Dîroka çêkirina kelehê nayê zanîn
Keleh, weke Keleha Silêman Paşa tê zanîn û li ser girekî bilind ê li bakurê gundê Pîzanê hatiye avakirin. Ji rojhilat ber bi rojava ve dirêj dibe. Lê ewqas zirar dîtiye ku nexşeyek tevahî nayê xêzkirin. Digel vê yekê, şiklê wê yê ne rêkûpêk ku li gorî erdê hatiye adaptekirin, hîn jî diyar e. Li ber kelehê goristanek jî heye û goristan, li ser lingê başûrê rojavayê kelehê, li başûrê gundê Pîzanê ye. Tê bawerkirin ku li ser navê Xusrew Paşa hatiye çêkirin. Ji şeş gorên ku di hundir de ne, ya bi dîroka sala 1663an a Xusrew Paşa ye. Yên din ên kurê wî Silêman Paşa, apê wî û xizmên wî ne.
Medrese 372 salî ye
Medrese jî li ser erdê şemitokî yê rojhilatê kelehê ye. Li gorî nivîsara li ser derî, ji aliyê Husrev Paşa ve beriya 372 salan di 1653an de hatiye avakirin. Tê texmînkirin ku baskê çepê yê li başûrê rojava paşê hatiye zêdekirin û berhema kurê wî Silêman Paşa ye.

Herî dawî Salîh Paşa yê Ebasî di kelehê de jiya ye
Welatiyê bi navê Îskender Caner ku li gundê Pîzanê dijî, da zanîn ku li vir bi navê Ebasiyan Kurd hebûne û weke malbatekê bûne. Îskender Caner, anî ziman ku li gorî gotinên mezinên wan di kelehê de herî dawî Salih Paşa jiyaye û Salîh Paşa jî Ebasî bûye. Îskender Caner, destnîşan kir ku avakarê kelehê nayê zanîn û got: “Lê belê Medrese ji aliyê Xusrev Paşa ve hatiye çêkirin. Baskê jêr Xusret Paşa, yê jor jî Silêman Paşa çêkiriye û qatên jêr û jor tev ava ne. Li nava medreseyê kaniyek heye û ti kes nizane çavkaniya vê kaniyê ji ku tê.”
Ebasiyan şerê hev kiriye
Îskender Caner, bi lêv kir ku Ebasiyan hev kuştine û li vir nemane. Îskender Caner, diyar kir ku 2 kûmbet li wir hene û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Di kûmbetekê de mezelê Xusrev Paşa heye, ya din jî kûmbeta qetlîam e. Em Kurd hertim wiha ne, em ji bo hikûmdariyê hev dikujin. Ebasiyan jî hev kuştine û dibêjin ji Ebasiyan tenê yek sax dimîne. Ew jî xwe dikuje û lewma ji wê kûmbetê re dibêjin qetlîam. Lê mixabin li ser vê mijarê agahiyeke belgekirî nîne. Me ji mezinên xwe bihîstiye.”
Pîzan gundekî kevnar e
Îskender Caner, da zanîn ku Mîrekê Pîzanê girêdayî Mîrê Xoşebê bûye û li gel Mîrê Hekariyê jî têkiliyên wan hebûne. Îskender Caner, diyar kir ku Pîzan berê navçeyek mezin bûye û got: “Li goristanê 12 landik hene û dibêjin her landikek ya hezar mezelan e. Li gorî vê yekê niha mezelê 12 hezar mirovan li vê goristanê ye. Li vir cihek heye dibêjin Meydanok û hemû danûstandin li vir hatine kirin. Niha ev der herêma Şerefan e ku mileke eşîra Ertoşiyan e. Niha jî gava ev der tên kolan kavilên berê derdikevin holê. Ev yek jî nîşan dide ku ev der dema xwe de bajêr bûye. Ebasiyên em behs dikin teqez Kurd bûne û li vir zilmeke mezin jî kirine. Lewma, heta îro nehatine.”