Bernameya serdanên partiyên siyasî ya DEM Partiyê ya Cejna Remezanê diyar bû.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê bi boneya Cejna Remezanê biçe serdana navendên giştî yên partiyên siyasî. Bernameya partiyê ya bi boneya Cejna Remezanê diyar bû. DEM Partî dê di 31’ê Adarê di roja duyemîn a cejnê de biçe serdana MHPê, Partiya Gelecekê, AKPê, Partiya Saadetê û Partiya DEVAyê. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterê Colemêrgê Onur Duşunmez û endama Komîsyona Gel û Baweriyan Zeyno Bayramoglû dê di şandeyê de cih bigirin.
Şandeyên tên serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê jî dê ji hêla Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Ozturk Turkdogan, Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berprisyar Yuksel Mutlu û Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan ve bên pêşwazîkirin.
DEM Partî dê saet di 09.25-09.40an de biçe serdana MHPê, saet di 10.15-10.30an de biçe serdana Partiya Gelecekê, saet di 12.30-12.45an de biçe serdana AKPê, saet di 13.30-13.45an de biçe serdana Partiya Saadetê û saet di 14.15-14.30an de jî biçe serdana Partiya DEVA’yê.