Çapemeniya rejîma Îranê kuştina Berpirsê îstîxbarata Besîcê Îsmaîl Ehmedî ragihand.
Di şerê Îsraîl-DYA û Îranê de hejmara fermandar û berpirsên rejîmê yên hatine kuştin zêde dibe. Çapemeniya Îranê ragihand ku Berpirsê Îstixbarata Besîcê Îsmaîl Ehmedî di encama êrişên Îsraîlê de hatiye kuştin. Çapemeniya Îranê îro kuştina Berdevkê Supayê Pasdarên Îranê Elî Mihemed Naînî jî ragihandibû. Hate zanîn ku Naînî û Ehmedî di encama bombebarankirina şevê din a li ser 130 noqteyên cuda pêk hatî de çêbûye.













