• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

    Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

    Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

    TMMOBê rapora hezazê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê amade kir

    TMMOBê rapora hezazê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê amade kir

    MEBYA-DERê serdana goristanan kir û cangorî bi bîr anîn

    MEBYA-DERê serdana goristanan kir û cangorî bi bîr anîn

    Hetgirê Amedsporî ameyê destbendkerdene

    Li Stenbolê aligireke Amedsporê hate girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    ‘4ê Gulanê ji bo Dêrsîmiyan roja reş e’

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

    Terteleya Dêrsîmê li Îzmîrê hate şermezarkirin

    Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

    Li Amedê çalakiya Terteleya Dêrsîmê: Têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dê bidome

    TMMOBê rapora hezazê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê amade kir

    TMMOBê rapora hezazê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê amade kir

    MEBYA-DERê serdana goristanan kir û cangorî bi bîr anîn

    MEBYA-DERê serdana goristanan kir û cangorî bi bîr anîn

    Hetgirê Amedsporî ameyê destbendkerdene

    Li Stenbolê aligireke Amedsporê hate girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat: Îran qadên sivîl hedef digire

Navenda Nûçeyan / AW

20 ADAR 2026 - 17:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyekî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û diyar kir ku Îran kampên penaberan û navendên partiyên siyasî yên Rojhilat bêyî rawestandin kirine hedef.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, der barê êrişên Îranê yên li ser Rojhilat û Herêma Federe ya Kurdistanê de bi daxuyaniyekî bang Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava 21 rojan de balafirên şer ên rejîma Îranê êrişî qadên sivîl kirine û hat destnîşankirin ku van êrişan serweriya neteweyî ya Iraqê û pîvanên navneteweyî bi dehan caran bi awayekî aşkera binpê kirine û di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev rejîm, bi êrişên moşek û balafirên bêmirov ên hov û dubare, kampên penaberan û navendên partiyên siyasî yên Rojhilat bêyî rawestandin kirine hedef.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kampên penaberan û partiyên siyasî tên hedefgirtin û bang li Sekreterê Giştî yê NYê û Konseya Ewlekariyê, hikûmeta DYAyê û welatên hevalbend, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hat kirin.

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: “Di 21 rojên dawî de, rejîma Îranê wekî berdewamiya sûcên xwe yên sîstematîk, serweriya neteweyî ya Iraqê û pîvanên navneteweyî bi dehan caran binpê kiriye. Ev rejîm, bi êrişên moşek û balafirên bêmirov ên hov û dubare, kampên penaberan û navendên partiyên siyasî yên Rojhilat bêyî rawestandin kirine hedef.. Ev êrişên sîstematîk tevî ku partiyên siyasî yên Kurd bi salan e xebatên xwe li ser têkoşîna siyasî dikin û tu gefekî leşkerî ji bo herêmê pêk neanîne, diqewimin. Ji ber vê yekê, ev êrişên berdewam tenê hincetek in ji bo domandina çerxa tundî, zext û tirsê. Em bang li civaka navneteweyî, bi taybetî li DYA û hevalbendên wê yên navneteweyî dikin; bi bikaranîna hemû rêbazên zextê, zextên dîplomatîk û siyasî li ser rejîma Îranê zêde bikin, rawestandina demildest a êrişan mîsoger bikin û ewlehiya penaberan dabîn bikin. Ji bo parastina malbat û sivîlan li dijî êrişên balafirên bêmirov, divê pergalên parastinê werin bicihkirin û qadên niştecihbûna penaberan bi pergalên parastina asmanî werin parastin. Ji bo lêkolînkirina van sûcan û tespîtkirina zirarên li penaberan bûne, divê komîteyekî serbixwe ya lêkolîna heqîqetê were şandin. Li gorî hiqûqa navneteweyî, dewleta Iraqê ji ewlehiya penaber û aktîvîstên siyasî yên Kurd ên li ser axa xwe berpirsiyar e. Divê hikûmeta Iraqê tenê bi daxuyaniyên sembolîk nemîne, ewlehiya jiyana van kesan dabîn bike, li dijî binpêkirinên serweriyê yên Îranê bi biryardarî bisekine û mijarê di astên herî bilind ên navneteweyî de bişopîne. Niha dema tevgerê ye. Bêdengiya li hemberî van sûcan, tê wateya razîbûna ji bo berdewamiya terora dewletê.”

Etîket: bangêrîşHevpeymaniya Hêzên Siyasî ya KurdistanêÎranNYsivîl
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KJKê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJê’ kir

KJKê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJê’ kir

4 GULAN 2026
Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

4 GULAN 2026
Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

1 GULAN 2026
Îranê şampiyonê karateyê bi darve kir

Îranê şampiyonê karateyê bi darve kir

30 NÎSAN 2026
Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

Li Manîsayê bangawaziya tevlîbûna 1ê Gulanê hate kirin

30 NÎSAN 2026
Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

28 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Meclisa Ciwanan: Bêyî azadiya Serokatiyê aştî pêk nayê

    Meclisa Ciwanan: Bêyî azadiya Serokatiyê aştî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî bi peyamekê Nahît Eren pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 847 mamosteyên Kurdî tenê 210 hatinê peywirdarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Baroya Amedê: Li Girtîgehên Amedê zarok di bin zextê de ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îdiaya Tuncay Sonel bi belgeyan hat derewandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (102)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne