Di encama êrişên hewayî yên ser Îranê de, berpirsê Rêxistina Îstîxbarata Supayê Pasdaran Mecîd Xadimî hate kuştin.
Ajansa nûçeyan a Tasnîm ya girêdayî Supayê Pasdaran, derbarê kuştina berpirsekî payebilind ê Îranî de, agahî parve kir. Li gorî nûçeyê RojNewsê ku ji Tasnîmê girtiye, danê sibehê berpirsê Rêxistina Îstîxbarata Supayê Pasdaran, Mecîd Xadimî hatiye kuştin. Çavkaniyê ragihand ku Mecîd Xadimî di encama êrişên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê de miriye.
Nehat zanîn Mecîd Xadimî li kîjan herêma Îranê bûye hedefa êrişan. Lê Supayê Pasdaran da zanîn ku Mecîd Xadimî nêzî 50 salan di warê îstixbarat û ewlekariyê de, ji bo Îranê xizmetkiriye.
Hêjayî gotinê ye şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê di 28ê Sibata îsal de dest pê kiriye û di roja xwe ya 38an de berdewam dike. Ji roja despêkê heya niha bi dehan rayedar û fermandarên Îranî hatine kuştin.













