awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Îranê di 24 saetên borî de 15 baregeh bûne hedef

Navenda Nûçeyan / AW

6 NÎSAN 2026 - 11:21
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Li gorî HRANAyê ji ber êrişên Îsraîl-Amerîkayê di 24 saetên borî de li Îranê 15 baregeh bûne hedef û 6 kes hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Şerê di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê de di roja xwe ya 38’an de dewam dike. Rêxistina Mafê Mirovan HRANAyê derbarê bûyerên di nava 24 saetên dawî de qewimîne raporek belav kir.

Li gorî raporê di nava 24 saetên borî de, li 11 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 168 êriş pêkhatine. Hate gotin ku di êrişan de 15 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirxaneyên leşkerî, baregehên polîsan, depoyên neftê û binesaziya atomî ya Îranê bûne hedef.

Li gorî heman çavkaniyê di encama van êrişan de 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dane, welatiyek jî birîndar bûye.

Di raporê de hate destnîşankirin ku di nava 24 saetên borî de, balafirên şer yên DYA û Îsraîlê, herî zêde êrişî parêzgehên Esfehan, Xuzistan, Tahran, Buşehir, Faris û Hurmizganê kirine.

Gelek baregeh bûne hedef

Li gorî heman raporê, di encama êrişên hewayî de saziyên xizmetguzariyê, cihên niştecihbûna welatiyan bûne hedef, herwiha baregehên pasdaran, baregehên deryayî, pîşesazî, navendên leşkerî, baregehên hêzên hewayî yên li Şîraz, balafirxaneya navnetewî ya li Ehwaz, dibistana amadeyî ya kuran ya li Esfehan, saziya protokimya ya Karwan ya li bendera Mahşehir ya li Xuzistanê, benzînxaneyek li bendera Kung ya li sînorê Hurmizgan û rêveberiya rêyan hatine hedef girtin.

Li gorî HRANAyê ji despêka şerê di navbera Îran û Îsrail-Amerîkayê heya duh, hezar û 616 welatî hatine kuştin. Tê gotin ji vê hejmarê 244 ji wan zarokin ku temenê wan dibin 18 saliyê de ye.

Etîket: AmerîkabaregehDYAêrîşHRANAÎranÎsraîlRojhilat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Amerîkayê daxuyaniya Îranê: Dibe ku agahiyên baş werin

Ji Amerîkayê daxuyaniya Îranê: Dibe ku agahiyên baş werin

24 GULAN 2026
WSJ: Îran dê daxwazên DYAyê qebûl neke

Di muzakereyên DYA û Îranê de nakokî kûr dibin

23 GULAN 2026
Ji bo Ezîzî banga navneteweyî: Darvekirinê rawestînin!

Ji bo Ezîzî banga navneteweyî: Darvekirinê rawestînin!

22 GULAN 2026
Trump: Em dê dest danên ser uranyûma Îranê

Trump: Em dê dest danên ser uranyûma Îranê

22 GULAN 2026
Hilbijartinên Îsraîlê: Anket çi dibêjin, şansê Netanyahû çiqas e

Hilbijartinên Îsraîlê: Anket çi dibêjin, şansê Netanyahû çiqas e

21 GULAN 2026
Ji PJAKê peyama Newrozê: Ev Newroza diyarkirina çarenûsa azad e

Berdevka PJAKê Ewrîn: Trump çek dabe kî bila eşkere bike

21 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne