• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di êrîşên Îsraîlê de 20 kes hatin kuştin

    Di êrîşên Îsraîlê de 20 kes hatin kuştin

    Heta nefesa xwe ya dawî rastî ronî kir

    Heta nefesa xwe ya dawî rastî ronî kir

    Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

    Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

    ROJEVA 04ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 7ê TEBAXA 2025an

    Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

    Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

    Tammy Bruce: Em piştgiriyê didin daxwaza HSDê ya çareseriyê

    Tammy Bruce: Em piştgiriyê didin daxwaza HSDê ya çareseriyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Di êrîşên Îsraîlê de 20 kes hatin kuştin

    Di êrîşên Îsraîlê de 20 kes hatin kuştin

    Heta nefesa xwe ya dawî rastî ronî kir

    Heta nefesa xwe ya dawî rastî ronî kir

    Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

    Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

    ROJEVA 04ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 7ê TEBAXA 2025an

    Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

    Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

    Tammy Bruce: Em piştgiriyê didin daxwaza HSDê ya çareseriyê

    Tammy Bruce: Em piştgiriyê didin daxwaza HSDê ya çareseriyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

Fexredîn Kiliç / AW

7 TEBAX 2025 - 08:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Dosye 2: Ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî ve

Amed – Akademîsyen Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partiyên siyasî jidil, bêyî dudilî tev li xebata yekîtiyê bibin û got: “Em bi kêmanî 70 milyon in. Em heftê milyon bîr û bawerî ne, heftê milyon gerîla ne, em heftê milyon pêşmerge ne, em heftê milyon şervan in. Heke em bi vî ruhî kar bikin em ê bikaribin welatê xwe, miletê xwe û welatê xwe Kurdistanê jî biparêzin.”

Yekîtî ji bo civakan, gelan şertê herî esasî ye. Civak an jî gelên yekîtiya xwe çênekiribin, di nava demeke dirêj de nikarin xwe biparêzin û bidomînin. Yekîtî û yekrêziya Kurdan ji bo gelê Kurd pêwîstiyeke herdemî ye. Bi dehan sale li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdî hewldan tên kirin. Bi dehan car di nava hêz û aliyên siyasî yên her çar aliyên Kurdistanê de civîn, şêwir, konferans hatine lidarxistin. Yek ji van jî di çarçoveya pêşniyara Abdullah Ocalan de bi tevlibûna gelek partiyên siyasî, sazî, dezgeh û kesayetên Kurd de di Tîrmeha 2013an de li Herêma Kurdistanê civîn û Konferansa Yekîtiya Neteweyî hate lidarxistin. Di civînan de hate gotin ku, divê zimanê diyalog û aştiyê, meşandina rêbazên demokratîk û rêzgirtin li îradeya gelê Kurd ên li her çar aliyên Kurdistanê li ber çavan bê girtin û ji bo kongre bigihîje armanca xwe divê hemû alî ji helwest û fikrên partî û bîrdozî dûr bisekinin. Lê heta niha ev hewldan negihîştine wê encama ku gelê Kurdistanê li bendê ye.

Her di çend qonaxan de hewldanên yekîtiyê gihiştibe merheleyên xwe yên dawî jî lê ji ber destwerdana dagirkeran û dewletên serdest têk çûn. Ji bo wê niha tevahiya Kurdan banga yekrêzî û yekîtiya Kurdan dikin. Bang dikin ku her kes di bin sîwana netewî de li hev kom bibin û dev ji berjewendiyên şexsî, hizbî û malbatî berdin.

Ji Zanîngeha Dihokê û Serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî ku di heman demê de endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ye têkildarî geşedanên li Başûr ên li ser yekîtiyê axivî.

‘Bi destê hevkariya hin hêzên Kurdistanî projeya Kurdan têk çû’

Kamûran Berwarî bal kişand ser xebatên yekîtiya neteweyî yên sala 2013an li Başûr hatin meşandin û wiha got: “Ev gav ji bo yekîtiyê gavên girîng bûn. Ew bangawazî ji ber vê çendê girîng bû; li ser navê sê kesan hate belavkirin. Yek Serok Ocalan, du Serok Mam Celal, sê Serok Mesûd Barzanî. Giraniya bangawaziya van her sê kesan li Kurdistanê heye. Ji ber vê yekê jî piraniya hizb û hêzên Kurdistanê hatin û du sê mehan xebat meşandin. Sergirtina wê ew bû ku gelê Kurd hemû ji bo yekîtiya Kurdan gav biavêjin. Sernegirtina wê jî ew bû ku yekem car Tirkiye li dijî vê hewldanê fişar li ser PDKê çêkirin. Her wiha beşeke Amerîkayê jî li dij bû. Ji ber ku plana welatên rojavayî û dewletên herêmî ya anîna DAIŞê hebû. Ji ber vê yekê heke projeya yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk hatiba DAIŞê nedihate meydanê, ew projeyê DAIŞê bi ser nediket. Ji ber vê yekê bi destê hevkariya hin hêzên Kurdistanî projeya Kurdan têk çû, projeye DAIŞê jî bi ser ket. Ji ber vê yekê di van 11 salan de qonax bi qonax her tişt hate guherîn.”

‘Heke wiha biçe dê destkeftî ji destê Kurdan biçin’

Kamûran Berwarî axaftina xwe wiha domand: “Ew pêngava xurtkirina yekîtiya neteweyî û yekîtiya niştimanî ya Kurdan erkên wê pêngavê di asta herêmî, navxweyî û cîhanî de bi giştî ketiye destê Kongreya Niştimaniya Kurdistanê (KNK). KNK van 25 salên derbas bûyî de xizmeteke mezin a doza Kurdan kir. Ji bo her çar parçeyên Kurdistanê jî yek e ji ber ku KNK partiyeke siyasî, îdeolojî nîne. Rêxistineke siyasî, neteweyî, niştimanî û civakîya Kurdistanî ye hemû hêz û rêxistinên siyasî dikare di bin banê xwe de hembêz bike. Lê neketiye sengera kesî de li hemberî kesê senger negirtî ye, ji ber vê çendê dergehên KNKê her tim vekirî ne. Piraniya kongre û konferansên li cîhanê hatine kirin KNK pê re eleqedar bûye. Bi taybetî piştî 2006-2007an piştî KNK li vir peyda bû karên girîng hatin kirin. Lê heta îro encam negirtine encamnegirtina wê jî ev e; ji ber ku li Başûrê Kurdistanê dîtin û kirinên wan ên ji bo yekîtiya neteweyî cuda ne. Piraniya hizbên li vir naxwazin di çarçoveya yekîtiya Kurdistana mezin de cih bigirin û ji bo doza Kurdistana mezin bixebitin. Hizirkirina wan piranî hizirkirineke hizbatî ye. An partîyatiye an bi malbatî ye. Mixabin li Başûrê Kurdistanê hizib bûne proje bûne rêyeke ji bo bidestxistina pare, paye û xwe dewlemendkirinê. Ev jî ligel dîtin û bîr û biçûn û bizava rizgarîxwaziya Kurdistana Mezin û ligel dîtin û bîr û biçûnên KNKê yek nagirin. Tevî vê yekê jî bingeheke civakî heye. Di asta rewşenbîr, siyasetmedar, kesayetî, pale, cotyar û karkerên Kurdistan û rêxistinan de bingeh heye. Divê ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî gavek were avêtin. Xala herî lawaz a ji bo her çar aliyê Kurdistanê ku em ji bo dinalin û çavê me lê ye destkeftiyên başûrê Kurdistanê ne. Heke bi vî awayî bimeşe bêguman dê ev destkeftî ji destê Kurdan biçin.”

‘Nahêlin yekîtiya neteweyî li Başûr jî pêk bê’

Kamûran Berwarî da zanîn ku li başûrê Kurdistanê niha nêzî 10 partiyên siyasî endamên KNKê ne û wiha pê de çû: “Lê hinek ji wan xwe vekêşane, ji dil naxebitin. Ji ber gelek hizb û hêzên li Başûr girêdayî Tirk û Îranê ne. Hindek jî girêdayî Misrê, Siûdî û cihên din e. Hinek jî girêdayî dewletên Ewropî û Emerîkayê ne. Ji ber vê yekê nêzîkbûna wan a ligel êkûdû û ji bo yekîtiya neteweyî yek nîne. Heke hizbên Kurdistanî xweş bin wê demê partiyên li Tirkiyeyê û Îranê li hev bikin dê ew partiyên nêzî Tirkiye û Îranê jî li Başûr li hev bikin. Heke Tirkiye û Îran ji hev dûr ketin dê ew jî ji hev dûr bikevin. Ev yek jî di nava wan hizban bi xwe de nakokiyekê peyda dike. Nahêlin yekîtiya neteweyî li Başûr jî pêk bê. Ji ber ku Başûr heta niha weke erdnîgarî, siyasî, îdarî, aborî, perwerde du parçe ye. Heta niha nekarîne li ser xaleke biçûktirîn jî bibin yek. Lê bi giştî di nava van partiyên Başûr de kesên welatparêz, pêşmerge, kadir, mirovên rewşenbîr, akademîsyen bi piranî ligel yekîtiya neteweyî ne.”

‘Xala herî girîng xebatên neteweyî ne’

Kamûran Berwarî destnîşan kir ku ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partiyên siyasî jidil, bêyî dudilî tev li xebata yekîtiya neteweyî bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “KNK hewl dide li Başûr konferanseke neteweyî li dar bixe. Hemû partî û hêzên siyasî gazîkirine. Heke partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê rast dibêjin wan divê yekîtiya neteweyî li Başûr û li her çar parçeyên Kurdistanê pêk were divê nûnerên xwe ji bo wê konferansê diyar bikin projeyên xwe bînin konferansê û amadekariya xwe diyar bikin. Xala herî zêde girîng jî ev e xebatên neteweyî bi niyet û karkirinê ne. Çawa ku Zerdeşt dibêje ‘hizra baş, gotina baş, karê baş’ ji bo îro jî ev her sê dirûşm derbasdar in. Divê beriya her tiştî niyet û hizra me paqij be û axaftinên me hemû yên avakirinê bin. Di mecalê siyasî, neteweyî û niştimanî de pêngavên ber bi azadî, aşitî û civaka demokratîk ve biavêjin.

Em ne bêjin tenê Serok Ocalan erkdar e

Xala din jî em kar bikin. Divê em xwe beşdarî karên neteweyî bikin. Tiştên li ser milê partiyên başûrê Kurdistanê endambûna KNKê ye. Ji ber ku me saziyeke neteweyî niştimanî heye. Piraniya hizb û partiyên siyasî tê de ne. Hewce nake em ji bo vê qonaxê saziyeke din çêbikin. Ew partiyên ku tevlinebûna dikarin bên tevlibibin. Em dikarin KNKê berfirehtir bikin. Projeyên wê siyaseta wê stratejiyên wê bernameyên wê biguherînin, her çar parçeyan me dîtinên xwe hebin. Bizava rizgarîxwaza Kurdî siyaset û stratejiya wê bikin yek. Bi taybetî di konaxa pêvajoya aştî û civaka demokratîk de em hemû erkdar in. Em nebêjin tenê Serok Ocalan erkdar e. Em kêmanî 70 milyon in. Em heftê milyon Ocalan in, heftê milyon dîtin û bîr bawerî ne, heftê milyon gerîla ne, em heftê milyon pêşmerge ne, em heftê milyon şervan in. Heke em bi vî ruhî kar bikin em ê bikarin welatê xwe, miletê xwe Ocalan û bizava rizgarîxwaza Kurdistanê jî biparêzin. Em niha bi vî ruhî derdikevin meydanê û dixebitin.”

‘Em her Kurdekî parçeyek laşê bizava rizgariya Kurdî dizanin’

Kamûran Berwarî bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Serokê PDKê Mesûd Barzanî re şandiye û axaftina xwe wiha domand: “Weke KNK hewl da serdana partiyên Başûr û Rojhilat bikin û bi gelek ji wan re hevdîtin jî pêkanîne. Gelek caran me ji bo hevdîtinan li deriyê PDKê daye. Lê belê ji sala 2016an vir ve deriyê xwe li KNKê venekiriye û bi awayekî fermî pêşwazî nekiriye. Ji ber vê yekê ji bo hevdîtinan em her tim li deriyê wan didin. Ji bo girîng in jî ji ber ku li başûrê Kurdistanê du partiyan karîgeriya xwe hene. Yek jê YNK yek jî PDK ye. Em dizanin ev her du partî jî mezinên partiyên din in. Piraniya partiyên din ên li başûrê Kurdistanê girêdayî van her du partiyan e. Di bin banê wan de karê siyasî dikin. Ji ber vê yekê weke KNK em ê careke din ji bo konferansê bangawaziya xwe ji bo hemûyan bikin. Çawa ku DEM Partî hat û peyama Serok Ocalan gihand van partiyan pêngaveke gelek rast û dirûst bû. Divê serkirdayetiya KNKê jî careke din peyama xwe bigihîne hemûyan. Careke din ji bo konferansên neteweyî banga xwe bike. Nayê wê wateyê heke çend partî nehatin em dest ji karê neteweyî berdin. Em ê karên xwe bikin, xebata niştimanî bimeşînin û tiştek nîna di rêya me de bibe asteng. Bes weke KNK ev xwe mijûlkirina me em naxwazin derzek bikeve nava hizbên bizava rizgarîxwaziya Kurdan de û em çi Kurdan ji nava Kurdistanê dernaxînin. Em her Kurdekî parçeyekê laşê bizava rizgariya Kurdî dizanin.”

Sibê: Hevserokê Giştî yê PYDê Xerîb Heso behsa yekrêziya Kurdan û konferansa yekîtiyê ya li Rojava dike.

Etîket: KurdKurdîpêvajoYekîtîyekitiya KurdanYekîtiya Neteweyî ya Kurdî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

Li Wanê civînek awarte: Banga Ocalan ji bo jiyaneke nû deriyekê vedike

6 TEBAX 2025
Bayindir: Ev pêvajo bi rêxistinbûyînê û yekîtiyê dê bi ser bikeve

Bayindir: Ev pêvajo bi rêxistinbûyînê û yekîtiyê dê bi ser bikeve

6 TEBAX 2025
Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

Bîrtane: Heke em nebin yek dê sedsaleke din jî ji destê me biçe

6 TEBAX 2025
Navê ‘Demokrasî, Xwişkûbiratî û Hevgirtina Milî’ li komîsyonê hate kirin

Navê ‘Demokrasî, Xwişkûbiratî û Hevgirtina Milî’ li komîsyonê hate kirin

5 TEBAX 2025
Beştaş: Divê mafê hêviyê were bicihanîn

Beştaş: Divê mafê hêviyê were bicihanîn

5 TEBAX 2025
Koçyîgît: Me dît ku siyaseta demokratîk çiqas girîng û watedar e

Koçyîgît: Me dît ku siyaseta demokratîk çiqas girîng û watedar e

5 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (87)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne