Wan – Beşdarên ku tev li komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” bûn, bal kişandin ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha gotin: “Pêdiviya zimanê Kurdî bi gavên qanûnî heye. Şert û mercên parastin û pêşvebirina zimanekî bêyî statu, bêyî derfetên perwerdehiyê çênabin.”
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk, bi hev re li Wanê Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” li dar dixin. Roja yekemîn a komxebatê duh li Eywana Dawetê ya Çiraganê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dest pê kir. Ji bakurê Kurdîstan û Tirkiyeyê gelek kes û nûnerên saziyan tev li komxebatê bûn. Di roja yekemîn de “Di Tevgera Azadiyê û Neteweya Demokratîk de Zimanê Kurdî û Stratejiya Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî”, “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Siyaset û Rêveberiyên Xwecihkî”, “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Jin, Zarok û Ciwanan” û “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Çand û Wêjeyê” hatin nîqaşkirin.
Beşdarên komxebatê bal kişandin ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û daxwazên xwe yên derbarê zimanê Kurdî de vegotin.
Berhevkara Folklora Kurdî Bêrîvan Matyarê diyar kir ku armanca wan ew e ku li ser axa xwe bi zimanê xwe hebin û da zanîn ku ew dixwazin bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin, hilberînin, şano û festîvalan çêbikin. Bêrîvan Matyarê anî ziman ku ev salek e ew heya astekê vê yekê pêk tînin lê ev ne bes e û got: “Em li benda gavên şênbertir in; li benda gavên fermî ne, li benda gavên qanûnî ne. Belê di warê êrişan de sistbûnek heye lê hê jî rîsk û tehlûke hene li ser zimanê Kurdî.”
‘Em benda gavên şênber in’
Di berdewamiyê de Bêrîvan Matyarê destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî di dibistanan de bibe zimanekî bingehîn yê perwerdehiyê û ev tişt got: “Em di vê mijarê de li benda gavên şênber in. Heta niha xebatên ji bo Kurdî li ser saziyên sivîl tên meşandin lê ev jî têrê nake. Divê em wekî siyaset, şaredarî xwe bêtir rêxistin bikin. Komxebatên weke vê komxebata îro gelek girîng in. Lê divê xebatên bi vî awayî berdewam bikin.”
‘Pêvajo bêyî mafê zimanê Kurdî naçe serî’
Bêrîvan Matyarê da zanîn ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bêyî zimanê Kurdî naçe sêrî û wiha pê de çû: “Dewlet çiqas vê meseleyê paşguh bike jî gel daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî dike. Di anketan de jî, di civînên gel de jî me dît, yekemin daxwaza gel perwerdehiya bi zimanê Kurdî bû. Loma bê ziman ev pêvajo dê ser nekeve. Gel li benda gavên şênber e. Wekî din nabe.”
‘Komxebatên bi vî rengî dê bibe daxwazên şênber ên sazî û dezgehên Kurdî’
Rêveberê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Ariyê (ARÎ-DER) Nûh Bozkûr, bal kişand ser giringiya komxebatê û got: “Ev komxebatên bi vî rengî dê di aliyê fermî de, di aliye sekin û helwestê de bibe alîkar ku sazî û dezgehên Kurdî partiyên Kurdan bi yek helwestî pêşniyar û daxwazên xwe pêşkêşî dewletê bikin. Ya din jî em dizanin ku şert û mercên parastin û pêşvebirina zimanekî bêyî statu, bêyî derfetên perwerdehiyê çênabin. Ev komxebat dê bibe destpêka daxwazên şênber yên sazî û dezgehên Kurdî.”
‘Pêdiviya Kurdî bi pirestîjê heye’
Nûh Bozkûr, behsa erka dewletê kir û diyar kir ku gavên ku dewlet bavêje heke bingeha wan ya qanûnî tunebe dê ji bo zimanê Kurdî tu prestîjekî neyne. Nûh Bozkûr, bi lêv kir ku pêdiviya zimanê Kurdî bi prestîjê heye û ev tişt anî ziman: “Pêdiviya Kurdî bi piştgiriya qanûnî heye. Kurd dixwazin di dibistanên seretayî heta zaningehan bi zimanê Kurdî perwerdeyê bibînin. Heke dewletê gavan bavêje divê di serî de perwerdeya bi zimanê Kurdî qebûl bike. Fermîbûna zimanê Kurdî xaleke girîng e, jêveneger e ji bo hebûna Kurdî. Daxwazên piçûk nikarin zimanê Kurdî zindî bihêle. Pêdiviya Kurdî bi prestîjê heye, ew prestij jî statu ye. Statuya zimanê Tirkî çawaye divê statuya zimanê Kurdî jî bi heman awayî bê misogerkirin.”
Nûh Bozkûr, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewlet bi zanebûn gavan navêje. Dibêjin me Kurdî serbest kiriye lê di raya giştî de em dibînin Kurdî çiqas rastî zext û zordariyan, astengiyan tê. Dewlet hê jî li bendê ye ku zimanê Kurdî bihele, asîmîle bibe.”