Xwendekarên Zarokistanên Perperike û Xalxalokê yên Şaredariya Peyasê ku perwerdehiya pirzimanî dibînin, karneyên xwe wergirtin û bi coşeke mezin dest bi betlaneya serdema navîn kirin.
Ji bo xwendekarên biçûk ên ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de perwerde dibînin, merasîma karneyan hat li xistin. Xwendekarên Zarokistana Perperike û Xalxalokê piştî pêvajoya serkeftî ya xwendinê ya 2025-2026an, bi wergirtina karneyên xwe xatir ketin betlaneya serdema navîn.
Di merasîma ku li Zarokistanan pêk hat de, Cîgirê Hevşaredaran, rêveberên Gerînendetiya Çand û Karên Civakî, mamoste û malbatên xwendekaran zarok bi tenê nehiştin. Zarokên biçûk bi kelecanek mezin karneyên xwe ji destê endamên protokolê wergirtin.
Xwendekar dê hefteyan betlaneyê bikin.














