Nobedarên li Bendava Tişrînê ku bi komî nimêja înê kirin, ji bo ku aştî û aramî li gelemperiya Sûriyeyê pêk were, dua kirin.
Çalakiya nobetê ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya parastina Bendava Tişrînê di roja 24emîn de berdewam dike.
Li gorî nûçeya ANHAyê; nobedarên bendavê îro bi komî nimêja înê kirin, ji bo ku aştî û aramî li gelemperiya Sûriyeyê pêk were, dua kirin.
Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ji 8ê Kanûna 2024an ve êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê zêdetir kirin e. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bi kom li dijî êrişan nobeta parastina bendavê digire.