• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Xweser: Berxwedana Bendava Tişrînê bi ser ket

Navenda Nûçeyan / AW

5 GULAN 2025 - 11:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bidawîbûna çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê ragihand û diyar kir ku berxwedana zêdetirî 100 rojî bi sekn û fedakarî dewam kir di parastina xak û destkeftiyan de bi ser ket.

Bi amadebûna girseyek ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bendava Tişrînê ku zêdetirî 100 roj e gel çalakiya nobetê lê li dar dixe, daxuyaniyek da. Girse wêneyên cangoriyên Berxwedana Bendava Tişrînê, her wiha wêneyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku 19ê Kanûna 2024an û rojnamevan Egîd Roj ê ku 15ê Sibatê dema berxwedana bendavê dişopandin, di êrişên hewayê yên dewleta Tirk de şehîd bûbûn, hildan.

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd û Hisên Osman daxuyanî xwendin.

Rêveberiya Xweser şehîdên Berxwedana Bendava Tişrînê bi rêzdarî bi bîr anîn û hemû kesên ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nobeta parastina bendavê de cih girtin silav kir.

Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hisên Osman ve û ya Kurmancî ji aliyê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Swêd ve hat xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Ji destpêka meha Çile ya 2025an ve êrişên berfireh li dijî binesazî û navendên jiyanî yên herêma me hatin kirin. Bi vê yekê hewl dan ku îradeya gelên azadîxwaz û bi rûmet, têk bibin.

Êrişên dijminahî bi awayekî raste rast û sîstematîk ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li derdora Bendava Tişrînê destpê kir û vê yekê xetereyeke mezin li ser bendavê çêkir; ji ber ew saziyeke jiyanî ye û av û enerjiyê ji bo milyonan kes re peyda dike. Di çarçoveya vê gefa heyî de şênî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb û Suryanan bersiv dan banga berpirsiyariya nîştimanî û tev li berxwedana berfireh a gel a di bin ala parastina xak û destkeftiyan de bûn.

Ji 8ê Çileyê ve di serî de rêxistinên jin û ciwanan bi sedan şêniyan berê xwe dan Bendava Tişrînê, ji bo parastina herêmê seferberiya giştî ragihandin û li kêleka HSDê û YPJê ku mertaleke xurt li hemberî hewldanên pêşketinê bûn, tev li nava refên berxwedanê bûn.

Vê berxwedanê destanên lehengiyên li hember amûra şer nivîsand û îsbat kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanek bê rûmet û ne azad qebûl nakin û amade ne ku heya nefesa xwe ya dawî hebûna xwe biparêzin. Ji ber wê jî Bendava Tişrînê şahidiya efsaneya têkoşînê ya keç u xortên xwe, rûpelek zêrîn di dîroka şoreş û berxwedanê de nivîsand.

Di serî de şehîd Menîce, şehîd Kerem Şehabî, şehîd Harûn, şehîd Ezîz Ereb, Bavê Teyar, şehîd Ronahî Efrîn em bejna xwe li hember şehîdên xwe yên qehreman û tevahiya şehîdên ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirin, ditewînin. Em ji hemû birîndaran re şifaya dixwazin û soz didin ku keda wan dê vala neçe.

Ev berxwedana ku zêdetirî 100 rojî bi sekn û fedakarî dewam kir di parastina xak û destkeftiyan de bi ser ket, li ser vê esasê em îro encamnameya wê bi serketinê radigihînin. Di heman demê de tekeziyê li ser berdewamiya têkoşîna li hember her xeteriyeke nû dikin.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em hemû kesên ku di vê berxwedanê de cih girtin û hemû hêza xwe piştgirî dan berxwedana Bendava Tişrînê, silav dikin.

Her wiha em xebatkarên tenduristiyê silav dikin ku di şert û mercên herî dijwar de erka xwe pêk anîn. Her wiha em rojnamegerên ku rastî ragihandin bi taybet şehîd Cîhan, şehîd Nazim û şehîd Egîd Roj û hemû kesên ku li gel vê destanê bûn û li kêleka gelê xwe bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Bendava Tişrînê bû sembola yekrêziya neteweyî, bû keleha sekna gel a li dijî dewleta Trik a dagirker, bû nimûneyeke zindî ya hêza gelên hevalbend di parastina xak û deskeftiyên xwe ruxmî hemû zehmetiyan.

Şehîd namirin. Şîfaya acil ji birîndaran re.

Berxwedan heta serkeftinê dewam dike.”

Etîket: bendava tişrînêRêveberiya Xweseriya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Derûdorê Awbendê Tişrînî reyna ame bombardumankerdene

Li Tişrînê şer dijwar e: Şervanên HSDê li çeteyan didin

18 ÇILE 2026
Çeteyên HTŞê û Tirkiyê derdora bendava Tişrînê bombebaran kirin

Çeteyên HTŞê û Tirkiyê derdora bendava Tişrînê bombebaran kirin

15 ÇILE 2026
Koma Firatê Nobeta Tişrînê dewir girt

Koma Firatê Nobeta Tişrînê dewir girt

16 ADAR 2025
Ji 7 salî heta 70 salî bendavê diparêzin

Ji 7 salî heta 70 salî bendavê diparêzin

15 ADAR 2025
Tirkiye Bendava Tişrînê û Til Temîrê topbaran kir

Tirkiye Bendava Tişrînê û Til Temîrê topbaran kir

15 ADAR 2025
Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê 2 meh li pey xwe hişt

Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê 2 meh li pey xwe hişt

8 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne