Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li Nisêbînê bi hezaran kes kom bûn û dimeşin ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê.
Li Nisêbînê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk siyasetmedarên Kurd jî di nav de bi hezaran kes li navenda navçeyê kom bûn û bi meşeke girseyî dimeşin ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” tên berzkirin.
DEM Partî Komcivîna xwe ya Heftane li ser sînorê Qamişlo û Nisêbînê li dar xist. Hevserokên DEM Partiyê diaxivin.












