• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Dayîka Omer Hayrî Konarî Zeynep Konar cuya xo vîndî kerd

    Cenazeyê Zeynep Konar hate veşartin

    Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    Fermandarê Îranî Alîabadî hate kuştin

    Fermandarê Îranî Alîabadî hate kuştin

    Heyva Sor a Kurd li Kobanê alîkarî belav kir

    Heyva Sor a Kurd li Kobanê alîkarî belav kir

    Bahçelî: Muxatabê herî cidî Îmrali ye

    Bahçeli: Dixwazin şerê Sûnî û Şiîyan derbixin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Dayîka Omer Hayrî Konarî Zeynep Konar cuya xo vîndî kerd

    Cenazeyê Zeynep Konar hate veşartin

    Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    Fermandarê Îranî Alîabadî hate kuştin

    Fermandarê Îranî Alîabadî hate kuştin

    Heyva Sor a Kurd li Kobanê alîkarî belav kir

    Heyva Sor a Kurd li Kobanê alîkarî belav kir

    Bahçelî: Muxatabê herî cidî Îmrali ye

    Bahçeli: Dixwazin şerê Sûnî û Şiîyan derbixin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi deh hezaran ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Kolnê kom bûn

Navenda Nûçeyan / AW

8 MIJDAR 2025 - 23:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Bi deh hezaran Kurd û dostên Kurdan li bajarê Kolnê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” meşiyan û piştî meşê mîtîngeke bi heybet li dar xistin. Girseyê bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên ji welatên cuda yên Ewropayê û gelek bajarên Elmanyayê serê sibê gihîştin Deutzer Werftê, posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û daxwaza azadiyê qîriyan. Girseyê di meşê de pankartên bi zimanên cuda “Ji Rêber Apo re azadî“ hilgirtin. Jin, ciwan, kal û pîran bi gerandina govendê û dirûşmeyan coşek mezin derxistin holê.

Girse piştî kom bûn li kêleka Çemê Renê dest bi meşê kirin. Meşa ku bi pêşengiya jinan dest pê kir, pankarta mezin “Dawî li tecrîd û êşkenceyê bînin, bila bêhiqûqî bi dawî bibe û Rêber Apo azad bibe” vekirin. Meşvanan wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dovîzên ”Înkar bi dawî bû, niha dora azadiyê ye”, flamayên YPG û alên neteweyî hilgirtin.

Di meşê de, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azadî” û “Ciwan fedaiyê Apo ne” berzkirin. Meşa ku di kolanên Kolnê û li kêleka Çemê Renê berdewam kir, bi coş û beşdariyek qelebalix bal kişand.

Di meşa ku saetekê berdewam kir de Kurdistaniyên cilên neteweyî li xwe kiribûn û bi al, pankartên hilgirtin bala gelên derdorê kişandin ser xwe. Piştî meşê, girse vegeriya qada Deutzer Werft mîtîngê.

Li qada mîtîngê posterên mezin vekirin

Girseyê li qada mîtîngê bi posterên mezin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, Hevseroka KNKê Zeyneb Murad, Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir, siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, Berpirsa Têkiliyên Derve ya Die Linke Cansû Ozdemîr, parlamentera Kolnê Lea Reisner, komên enternasyonalîst, nûnerên Platforma Aştiyê ya Ewropayê û pêkhateyên Yekîtiya Hêzên Demokratîk jî beşdarî mitîngê bûn.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan û xwendina sirûda Ey Reqîb dest pê kir. Piştre Hevserokê KCDK-E Engîn Sever û ji TJK-E’ê Ayten Kaplan derketin ser dikê û girseyê silav kirin.

Hevserokê KCDK-E Engîn Sever di axaftina xwe de bi bîr xist ku Rêber Apo 27 sal in bi komployeke navneteweyî dîl tê girtin û diyar kir ku gelê Kurd 27 sal in ji bo nasname, rûmet û azadiya xwe li dijî vê komployê li ber xwe dide.

Engîn Sever bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê û got: “Ev bang li nava gelê Kurd û hemû saziyên Kurd ên li Ewropayê deng veda. Ev meşa îro xwedîderketina şênber e. Ev banga me ji bo dewletên Ewropayê ye: Gelê Kurd aştî, demokrasî û azadiyê dixwaze. Divê dewletên Ewropayê berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin û piştgiriyê bidin pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin. Em ê vê pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo bi encam bikin.”

Nûnera TJK-E Ayten Kaplan bi zimanê Elmanî bang li raya giştî ya Ewropayê kir û daxwaza piştgirîkirina daxwaza aştî û azadiyê ya gelê Kurd kir.

‘Azadiya Rêber Apo azadiya hemû kesî ye’

Li ser navê Platforma Kurevî siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle axivî. Hatip Dîcle behsa armanc û aliyê navneteweyî yê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” kir. Hatip Dîcle diyar kir ku kampanya bi nêzîkatiyek enternasyonalîst teşe girtiye û got: “Îro cîhan bi krîzek kurewî re rû bi rû ye. Bandorên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn xweza û civakan ji holê radike. Perspektîfa Rêber Apo ji bo derbaskirina van krîzan rêyek nû pêşkêşî mirovahiyê dike. Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê” ya ku bi banga Rêber Apo destpê kir ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo pêşeroja hevpar a gelên Rojhilata Navîn e. Azadiya Rêber Apo êdî daxwaza herî bingehîn a gelê Kurd e. Azadiya wî misogeriya jiyana bi hev re ya aştiyane ya Kurd, Tirk û hemû gelan e.”

Piştî peyamê, Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Zeyneb Murad axivî. Zeyneb Murad li ser navê KNKê meşvanên azadiyê, gelê Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd silav kir û diyar kir ku gelê Kurd bi salan in ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û nasnameya xwe têdikoşe. Zeyneb Murad wiha got: “Bi têkoşîna gelê Kurd re pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin û wiha got, “Gelê Kurd bi hemû hêza xwe, sazî û siyaseta xwe re, di nava pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin de ye. Rêber Apo ji bo siyaseta demokratîk û aştiyê pêvajoyeke mezin daye destpêkirin. Gelê me û Rêbertiyê me, îro ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ye.”

Bang li hemû gelan kir

Li ser navê Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê Ercan Aktaş axivî û got: “Azadiya Rêber Apo ne tenê azadiya kesek e. Ev azadî ji bo ku li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê jiyaneke nû, demokrasî û hiqûqa xwişk-biratiyê bi cih bibe, şert e. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelan dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.”

‘Azadiya wî azadiya gel e’

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd bi salan e ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li her qada ku lê heye, têkoşîneke bi biryar û bênavber dimeşîne û got: “Ev têkoşîna gelê Kurd di dîroka berxwedana cîhanê de cih girtiye. Sedema civîna me ya îro li qadan, azadiya Rêber Apo ye. Gelê Kurd li hemû qadên ku lê ye, ji bo azadiya Rêber Apo bi biryar û bêyî ku dev jê berde, têkoşîn meşandiye. Hûn çawa şoreş û têkoşîna li Kurdistanê dişopînin, zanibin ku çavê Kurdistanê jî li têkoşîna gelê me ya li Ewropayê ye. Gelê me yê li Ewropayê bi salan e bi berdêlên mezin û kedeke zêde vê têkoşînê didomîne. Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo êdî li çar aliyê cîhanê deng vedaye.”

Bayindir anî ziman ku sala 2025’an dê ji bo gelê Kurd bibe saleke diyarker û got: “Em dibêjin, bila ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê Kurd. Bila bibe saleke ku gelê Kurd statuya xwe bi dest bixe. Îro siyaseta cîhanê siyaseta gelê Kurd dişopîne. Rêber Apo êdî bûye rêberekî ku hemû cîhan bi meraq dişopîne û mînak digire. Felsefeya ku ji bo jiyana hevpar pêşkêş kiriye, xwedî naveroka manîfestoyek e ku ji aliyê cîhanê ve bi baldarî tê lêkolînkirin û parastin.”

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku di pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin de, têkoşîna gel dê diyarker be û wiha bi dawî kir: “Ev prose, pêvajoyeke ku em ê ava bikin e. Azadiya Rêber Apo û gelê me jî dê bi têkoşîna me bê misogerkirin.”

Piştre Berpirsê Têkiliyên Derve yê Die Linke Cansu Ozdemir û Parlamenterê Kolnê Lea Reisner derketin ser dikê û axaftin kirin.

Paşê, li ser navê Yekîtiya Hêzên Demokratîk Semra Uzun diyar kir ku ew di nava têkiliyên hevgirtinê de ne bi têkoşîna ku gelê Kurd bi salan e ji bo azadî û azadiya rêbertiya xwe dimeşîne û got: “Ji bo serkeftina proseya “Civaka Demokratîk û Aştî” ya ku Rêber Apo daye destpêkirin, ew ê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.”

Piştî axaftinan, hunermendên TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn derketin ser dikê, stranên ji bo Rêber Apo hatine çêkirin gotin û ji bo aştiyê bernameyeke muzîkê pêşkêş kirin. Çalakî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” yên Kurdistanîyan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

10 ADAR 2026
Şaredariya Amedê ji bo zarokan ‘Sindoqa Çîrokan’ danî

Şaredariya Amedê ji bo zarokan ‘Sindoqa Çîrokan’ danî

10 ADAR 2026
Dayîka Omer Hayrî Konarî Zeynep Konar cuya xo vîndî kerd

Cenazeyê Zeynep Konar hate veşartin

10 ADAR 2026
Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

10 ADAR 2026
Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

10 ADAR 2026
Serokê Lubnanê: Bi piştgiriyê em ê Hizbullahê bêçek bikin

Serokê Lubnanê: Bi piştgiriyê em ê Hizbullahê bêçek bikin

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helîkopter daket gund, leşkeran gef li gundiyan xwar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (385)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne