Girseya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berzkirina dirûşmeyên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” meşiya Qada Newrozê.
Komîteya Amadekar a Rojên Mîhrîcana Amara ji bo 77 saliya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Navçeya Hewagê ya Rihayê şahî li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û endam û nûnerên DEM Partiyê yên navçeyên Rihayê û gelek welatî heta qada şahiyê meş li dar xist.
Girseyê di meşê de bênavber dirûşmeyên “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berz kir.
Li qada navçeyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê şahî bê lidarxistin.














