Bi sedan kes çûn serdana şîna endamê HPGê Bûlûş û Endamê QSDê Bûmîn ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dayîn.
Di nav de ParlAmenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan, endam û rêveberên MEBYA-DERê ya Mêrdînê, endamên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û sedan welatî jî heyî çûn serdana şîna Endamê HPGê Erkan Bûlûş (Armanç Mêrdîn) ê ku 18ê Kanûna 2018an li Herêma Garê jiyana xwe ji dest dayî û Endamê QSDê Sûphî Bûmîn (Êrîş Ûmût) ê ku 1ê Cotmeha 2025an li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dayî. Kesên tevlî serdana şînê bûne destpêkê çûn şîna Bûlûş a li gundê Keraşîka Jor a Mêrdînê. Girseyê di têketina gund de meş lidarxist û diruşme berz kir.
Dema girse gehişt cihê şînê destpêkê ji bo cangoriyên azadiyê rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdînê Makbûle Okmen axivî û got ew li ber têkoşîna şehîdan bejna xwe ditewînin.
Parlementer Aslan jî di axaftina xwe de got ku kesên berê xwe didin meşa azadiyê barekî giran didin ser milê xwe ê wiha axivî; “Ji ber ku rêya wan rêya rûmetê ye. Heval Armanç rêyek da pêşiya xwe û di vê rêyê de bû cangoriyê azadiyê. Em bejna xwe li ber ditewînin.”
Serdana şînê bi xwendina duayan bi dawî bû û piştre girse çû taxa Bilalyan a navçeya Qoserê serdana şîna Bûmîn û di serdanê de ji bo cangoriyên azadiyê rêzgirtin hat pêkanîn. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEBYA-DERê ya Mêrdînê Salih Kûday got ku ew bi saya cangoriyan gehiştine asta îroyîn û wiha axivî; “Gelê Kurd di pêvajoyek gelek girîng re derbas dibe. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî erênî ser bikeve divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan pêk were.”
Piştî axaftina Kûday dua hatin xwendin û serdana şînê bi dawî bû.