Şirnex – Rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Şirnex û navçeyên wê û rêveber nunerên saziyên sivîl bi girseyî serdana şîna Cîhan Yîgît ê HPGî kirin.
MEBYADER, TUHAD-DER, DEM Partî, DBP TJA, Hevşaredarên Cizîrê, Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl en Şirnex, Cizîr, Silopya û Hezaxê Cizîrê dê li Gundê Elemonê yê navçeya Qilebanê serdana şîna Cîhan Yîgît (Abbas Heftanîn) ê HPGî kirin.
Hevserêkê DEM Partiyê yê MEBYA DER a Şirnexê Ramazan Uysal di destpêkê de axivî û anî ziman ku ew ê xwedî li ked û riya têkoşerên azadiyê derbikevin.
‘Pêvajo pêvajoya siyasetê ye’
Hevserokê DBPê ya Qilebanê Ahmet Tonga jî destnîşan kir ku pêvajoya hatiye destpêkirin dorê dide siyaset û wiha got: “Pêvajoya Serokatî daye destpêkirin xwezî 30 salan berê bi encam bûya û ewqas berdêl nehatana dayîn. Pêvajo veguheriye siyasetê. Divê em tifaqa xwe xurt bikin da ku mafên xwe bi dest bixin.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Uysal jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd bûye rojeva cîhanê û got: “Ji bo azadiya ziman, çand û mafên xwe divê em tifaqa xwe pêk bînin û destê Serokatiya xwe xurt bikin.”
Di serdanê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Şîn bi serdanan didome.













