Bi pêşengiya MEBYA-DERê bi awayekî girseyî serdana şîna Şîrîn Ateş a li herêmên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest dabû kirin.
Rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê û Dayikên Aştiyê serdana şîna endama YJA Starê Şîrîn Ateş a di 4ê Tîrmeha 2024an de li Herêmên Parastina Medyayê di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû kirin.
Endam û rêveberên partî û saziyan bi girseyî serdana şîna Şîrîn Ateş ku ji aliyê malbata wê ve li taxa Nurê ya Cizîrê hatibû danîn kirin. Di şînê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Hevserokê DEM Partiya Şirnexê Abdullah Gungen di şînê de axivî û ji malbatê re sersaxî xwest. Girsê ji malbatê re sersaxî xwest û dua kirin.