Li dijî mala Hevserokê DEM Partiya ya bajarokê Sagirkê Faysal Babat êrişa çekdarî pêk hat. Nayê zanîn êriş ji aliyê kî ve pêk hatiye.
Li dijî mala Hevserokê DEM Partiya Bajarokê Sagirkê ya ser bi navçeya Qilebana Şirnexê ve Faysal Babat êrişa çekdarî pêk hat kirin. Êriş di seatên evarê de pêk hatiye û nayê zanîn êriş ji aliyê kî ve hatiye kirin. Gule li dara li hewşa mala hevserok ketine lê belê zerar negehiştiyê kesekî. Şûna guleyê di darê de xuya dike. Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Faysal Babat ku beriya niha jî bi êrişê re rû bi rû mabû, anî ziman ku ewlehiya wî tune ye.
Hewceyî bi bîrxistineyê ku di 11ê Kanûna 2023yan de rêveberê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Ahmet Gun li heman navçeyê hatibû kuştin û lawê wî jî birîndar bûbû.