Navçeya Rewanduzê ya Hewlêrê ku bi sirûşt û geliyên xwe yên kûr tê naskirin, bi hatina biharê re bi rengê kesk xemilî.
Bi germbûna hewayê û hatina werza biharê re, sirûşta navçeya Rewanduzê ya bi ser parêzgeha Hewlêrê ve bi temamî guherî. Welatiyên ku ji bo bêhnvedanê serdana Rewanduzê dikin, dîmen û wêneyên kişandîn li ser hesabên xwe par vekirin. Parvekirinên welatiyan li ser medya dijîtal ji hêla de hezaran kesî ve hatin temaşekirin û ecibandin.
Bi bedewiya xwe balê dikişîne
Rewanduza ku di navbera çiyayên bilind û geliyên kûr de cih digire, bi şînbûna dar û beran re dîmenên bêhempa pêşkêşî bîneran dike. Bi şînbûna sirûştê re, geştyarên ji herêmên cuda yên Kurdistanê û derveyî welat berê xwe didin geliyên Xarand û geliyên derdora navçeyê. Welatiyên ku ji bo bêhnvedanê serdana Rewanduzê dikin, dîmen û wêneyên kişandîn li ser hesabên xwe par vekirin. Parvekirinên welatiyan li ser medya dijîtal balê dikişîne û rastî eleqeyek mezin tê. Bi helîna berfa li serê çiyayan, avên li geliyê Elî Beg û sîpelên derdorê hîn gurtir diherikin. Ev yek dibe sedem ku dengê avê û rengê kesk ê sirûştê li hev bicivin û atmosferekî aram biafirînin.













