• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

    Agirê Newroza Dihê ji bo azadiya Abdullah Ocalan hilbû

    Agirê Newroza Dihê ji bo azadiya Abdullah Ocalan hilbû

    Li Edeneyê şahiya Newrozê hate lidarxistin

    Li Edeneyê şahiya Newrozê hate lidarxistin

    Gelek konên Kampa Newrozê di bin avê de man

    Gelek konên Kampa Newrozê di bin avê de man

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAK: Kurd tu carî komkiujiyan jî bîr nake, dê heta azadiyê têbikoşe

    Li Stenbolê qurbaniyên Helebceyê hatin bibîranîn

    Li Stenbolê qurbaniyên Helebceyê hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi hezaran di bin baranê de ji bo Rojava kom bûn

Amed / AW

28 ÇILE 2026 - 17:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li dijî êrîşên li ser Rojava li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê kom bûn û li vir daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya bang li hemû gelê cîhanê kir û xwest hemû cîhan deng bide denge Rojava. Li ruxmê barana zêde girse heta dawî beşdarî çalakiyê bû. 

Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê de bi hezaran welatî li dijî êrîşên li ser gelê Rojava li pêş girtîgeha Tîpa E ya Amedê kom bûn. Nûnerên saziyên sîvil, Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Navçeyên Amedê  û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Girseyê di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Şehîd Namirin”, “Rojava Rojhilate Kurdîsan Yek Welate” berz kirin. Girseyê xwest bimeşe, lê polîsan girse dorpêç kir û destûr neda girse bimeşe. Girseya ku di bin barana zêde de kom bû, li pêş girtîgehê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de zêdebûna baranê û sîwanên ku welatiyan li ser xwe vekiribûn bal kişand. Parlementera DEM Partiyê ya Amedê  Adalet Kaya li vir axivî û astengiya polîsan şermezar kir.

‘Divê herkes li dijî êrişan raweste’

Adalet Kaya bal kişand li ser êrişên li dijî Rojava û Kobanê û wiha got: “Piştgiriya Mesûd Barzanî û Bafîl Talabanî ya ji bo gelê Rojava girîng e. Em jî wek DEM Partiyê ketine nava tevger û lêgerîneke ku em alikariyê bişînin Rojava. Dewletên cîhanê divê deng bidin denge Rojava. Divê li dijî êrişên li ser Rojava bisekinin. Îro pergala Rojava bi fikrê Rêberê Gelê Kurd ava bûye. Rojava ji bo me hemû Kurdan girînge. Em dibînin ku yekitiya Kurda mezin bûye. Em bi vê yekê kêfxweşin. Em dixwazin vê yekê mezin bikin. Kurd li Rojava, Rojhilatê, Bakur û Başur yek in.”

‘Pirsgirêk bi muzakereyan çareser dibin’

Adalet Kaya di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya muzakereyan û got: “Îro em ji bo piştgiriya gelê Rojava li ser pêyan in. Sibê em ê ji bo Rojhilat li ser pêyan bin. Em ê hertim li pişt gelê xwe bin. Em li vê derê bang li dewletê dikin. Em bang li Wezareta Ewlehiya Hindûrîn dikin ku wan qedexeyan rakin û rê vekin. Em dixwazin piştgiriyê bidin gelê Rojava. Ev pêvajo tenê ji bo Bakur nîn e. Ji bo Başur, Rojhilat û Rojava ye. Ji bo wê em dixwazin ev êriş bên rawestandin. Pirsgirêk bi rêya diyalog û muzakereyan tê çareserkirin.”

Piştî daxuyaniyê girse belav bû.

Etîket: Adalet KayabarandaxuyanîGirtîgeha Tîpa ERojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gelek konên Kampa Newrozê di bin avê de man

Gelek konên Kampa Newrozê di bin avê de man

15 ADAR 2026
Ayşegul Dogan: Şandeyeke DEM Partiyê dê tevlî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

Ayşegul Dogan: Şandeyeke DEM Partiyê dê tevlî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

12 ADAR 2026
Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

‘Salih Muslim, dengê rasteqîn ê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû’

12 ADAR 2026
PYD: Mîrateya Salih Muslim berxwedana me ronî dike

PYD: Mîrateya Salih Muslim berxwedana me ronî dike

11 ADAR 2026
Li Wanê starta Newroza 2026an bi pêxistina agirê Newrozê hat dayîn

Li Wanê starta Newroza 2026an bi pêxistina agirê Newrozê hat dayîn

11 ADAR 2026
Weşanên Aramê Ehmed Huseynî bi bîr anî

Weşanên Aramê Ehmed Huseynî bi bîr anî

11 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gelê Kurd bi cil û bergên xwe ve tê naskirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Binevş Agal : Li Kurdistanê jiyan jî mirin jî xweş e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Zekiye Alkan : Çareya li dijî bêçaretiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanan civîna ‘Siberoja Azad’ li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (577)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne