Bi hezaran jin li Amedê bi dirûşma; ‘Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin’ meşeke girseyî li dar xistin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin’ meşeke girseyî li dar xistin. Ji gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê jin li Parka Jiyanê ya Şemse Allak a Amedê kom bûn û meşiyan. Di meşê de Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari jî amade bûn.
Jin ji Sûrê heta Parka Jiyanê ya Şemse Allak meşiyan.
Beriya meşê jin li Parka Şemsê Allak kom bûn. Jinan bi cil û bergên xwe yên netewî qad tijî kirin û bi stranên xwe govend gerandin. Jinan gelek caran bê navber dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Bijî Serok Apo” berz kirin.