Di 8ê Kanûnê de HTŞ ket Şamê û hikûmeta Şamê ket. Bi ketina hikûmta Baasê re li Sûriyeyê pêvajoyek nû dest pê dike. Di vê pêvajoyê de xuya ye ku dê gelek şer û guhertin çê bibin. Der barê guhertina li Sûriye pêş bikevede Rojnameger Hesen Remo anî ziman ku li Sûriyeyê qonexeke nû dest pê dike û got: “An dê siberojek zelal ku her kes karibe bi nasnameya xwe biijî, an jî siberojek ku dîsa kaos û şer hebe Sûryeyê pêşwazî bike.”
Rejîma Baasê ji sala 1963yan ve Sûriye veguherandibû dewleteke leşkerî. Piralîbûn û demokrasî ji holê rakiribû û hemû derfetên welat xistibûn destê çend kesan. Rejîma Baas a totalîter di 8ê Kanûnê de hilweşiya û qonaxeke nû li Sûriyeyê dest pê kir. Rojnameger Hesen Remo li ser geşedanên ku di serdema Rejîma Esat de pêk hat û siberoja Sûryeyê ji bo Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) gotarek girt dest. Hesen Remo destnîşan kir ku bi hilweşîna Rejîma Baas re qanaxeke nû li pêşiya Sûriyeyê ye. Hesen Remo da zanîn ku roja ku hemû gelê Sûriyeyê li benda wê bûn, hat û wiha cih da analîza xwe: “Roja hilweşandina rejîma Baasê ku wêranî li welat pêk anî û bi dehan salan gelê Sûriyeyê kuşt û azadiya wan desteser kir. Îro ev rejîma ku di sala 1963yan de bi derbeya leşkerî hat ser desthilatê, hilweşiya.
Sûriyeya piştî avakirina komarê û serdema derbeyan
Piştî serxwebûna Sûriyeyê û bidawîbûna desthilata Fransayê di 17ê Nîsana 1946an de, Sûriyeyê serdemeke bêîstiqrariyê derbas kir. Piştî sala 1949an çend derbeyên leşkerî çêbûn, di sala 1958an de serokê Sûriyeyê Şukrî Qiwetlî û serokê Misirê Cemal Ebdulnasir damezirandina Komara Erebî ya Yekbûyî ragihand. Lê komarê dirêj nekir, di sala 1961an de bi dawî bû.
Piştî wê, di navbera partiyên siyasî de; partiya Baas û tevgerên neteweperest û çepgir, nakokî zêde bûn.
Bartiya Baas di 196yan de bû desthilatdar
Partiya Sosyalîst a Erebî ya Baas di sala 1940î de ji aliyê Mîşêl Aflak û Selahedîn El Bîtar ve hat damezirandin.
Di roja 8ê Adara 1963yan de komeke efserên Baasî bi hevkariya efserên neteweperest û Nasirî derbeyeke leşkerî pêk anî û di encamê de hikumeta Nazim El Qudsî hilweşand, rayedarên payebilind hatin girtin û parlemento hat betalkirin. Partiya Baas li welat rewşa awarte ragihand û ji bo serkêşiya “şoreşê”, Encûmena Nîştimanî hate damezirandin ku bû bingeha desthilata nû.
Hatina Hafiz El Esad
Nakokiyên di nava Partiya Baas de piştre bûn sedem ku baskê leşkerî desthilatê bi dest bixe, di sala 1966an de komeke Baasê bi serkêşiya Selah Cidîd desthilat deseteser kir. Piştî têkçûna sala 1967an, Sûriyeyê girên Golanê ji dest dan ku ev yek bû sedema nerazîbûna gel. Esed ji bo ku bandora xwe di nava artêşê de xurt bike û têkçûnê têxe stûyê serkirdeyên siyasî, di sala 1970yî de derbeyek li dijî rêveberiya Baasê ya bi pêşengiya Selah Cidîd pêk anî.
Piştî ku Esed hat ser desthilatê, wî dest bi tesfiyekirina dijberên xwe yên siyasî yên di nava Partiya Baas de kir û dest bi xurtkirina dezgehên ewlekarî û leşkerî kir û rejîmeke otorîter ava kir. Hafiz El Esed dezgehên ewlekarî û îstixbaratê yên xurt ava kirin da ku çavdêriya xelkê bike û hewlên derbeyê bitepisîne. Xwe sparte derdoreke teng a alîgirên xwe ku piraniya wan ji mezheba elewî bûn, da ku desthilata xwe ewle bike û biparêze.
1980; tepisandina dijberan zêde bû
Di dawiya salên 1970yî de, opozîsyona îslamî ya bi pêşengiya Îxwan El muslimîn li dijî Hafiz El Esed zêde bû ku di sala 1982yan de bi komkujiya Hemayê gihaşt lûtkeyê ku tê de rejîmê bi tundî Îxwan tepeser kirin û bi hezaran sivîl kuştin. Li gel îslamîstan, Esad rastî dijberiya hêzên çepgir û neteweperest hat ku bi tundî hatin tepeserkirin.
Desthilatdarî mayînde kirin
Di mijdara 1988an de, Hafiz El Esed tûşî krîza dil a giran bû û bû sedem ku der barê îhtîmala mirina wî yan nekaribûna pêkanîna erkên xwe de, gotegot çêbin. Piştî mirina Hafiz El Esed di sala 2000an de, kurê wî Beşar hate ser desthilatê, mîna ku sîstema ku li welat hatiye pejirandin, sîstema qralî bû. Da ku Beşar bikare bibe namzed ji bo serokkomariyê, destûr bi awayekî lezgîn hate guhertin û referandûma giştî hat kirin û Beşar Esed wek serokê nû hat ragihandin. Piştî ku Beşar Esed hate ser desthilatê, soza reformên siyasî û aborî da, lê ew reform seranser û bi sînor bûn, lewma di pêvajoya desthilata wî de yekdestî girantir bû û gendelî jî zêde bû.
Alozî zêde bûn
Di pêvajoya desthilatdariya Partiya Baas de ku bi dehan salan dom kir, rejîmê nekarî xwestekên gel bi cih bîne, ji ber gendelî, nepotîzma komkirina her tiştî li welat di destê komeke nêzîkî desthilatdarê û Partiya Baas de û bû sedema gurbûna aloziyên aborî û civakî. Bi pêla Bihara Gelan re ku di sala 2010an de li Tûnisê dest pê kir û derbasî Lîbya, Misir û welatên din ên Ereban bû, di Adara 2011an de li dijî rejîma Partiya Baas xwepêşandanên mezin dest pê kirin. Lê rejîmê li şûna pêkanîna reforman, bi bikaranîna hêza leşkerî li dijî xwepêşandêran bersiv da ku bû sedema mîlîtarîzekirina şoreşê bi destên hêzên derve, nemaze Tirkiye û Qeterê ku pere, çek û tundrawên ji her deverên cîhanê şandin vî welatî.
Bi berdewamiya krîzê re, piştî ku rejîma Baasê qadên berfireh ên welat ji dest dan, Sûriye veguherî qada pevçûnên navneteweyî û herêmî. Hêzên mezin ên wekî Rûsya û Îranê ji bo piştgiriya rejîmê destwerdan kir, Tirkiyeyê jî rasterast ji bo piştgirîkirina komên girêdayî wê destwerdan kir.
Baas xwe spart Rûsyayê
Bi vê îzolasyona navneteweyî re, rejîma Baas bi giranî xwe sparte Rûsya û Îranê ji bo mîsogerkirina mayîna xwe. Vê yekê serxwebûna wê ya siyasî kêm kir û welat ket destê Rûs û îraniyan, di heman demê de welatiyên Sûriyeyê bûne penaber û koçber.
Bi şerê 7ê Cotmeha 2023an hesengî guherî
Piştî geşedanên herêmî û navneteweyî yên sala 2023’yan, li Sûriyeyê guhertinên mezin çêbûn, hevsengiya hêzan hate guhertin û bû sedema hilweşîna desthilata rejîma Baasê. Şerê 7’ê Cotmeha 2023’yan ku bi alozbûna di navbera Hamas û Îsraîlê de dest pê kir, bû qonaxeke girîng, ji ber ku hêzên Hizbullahê ji bo şerê li dijî Îsraîlê ji nû ve hatin bicihkirin û piştgiriya wê ji bo rejîma Baasê li Sûriyeyê lawaz kir. Her wiha ziyaneke mezin li jêrxaneya Îranê ya leşkerî ya li Sûriyeyê bû di encama zêdebûna êrişên Îsraîlê de û vê yekê jî bandora Îranê ya li Sûriyeyê kêm kir. Di vê pêvajoyê de Heyet Tehrîr El Şam bi piştgiriya derve, ji vekişîna qismî ya Rûsyayê û mijûlbûna wê bi Ukraynayê re û kêmbûna piştgiriya Îranê, sûd girt. Di 27’ê Mijdarê de êriş bir ser hêzên rejîma Baasê û bi lez bajarê Helebê desteser kir ku duyemîn bajarê herî mezin ê welat e. Ev yek bû sedema rûxandina bilez a hêzên rejîmê ji ber hêza wan tune bû, bêyî piştgiriya Îran, Hizbulah û Rûsyayê li ber xwe bibin.
Rûxandina Rejîma Baasê bû rojeke dîrokî
Sibeha 08.12.2024an rûxandina rejîma Partiya Bass bi fermî hate ragihandin, piştî bi dehan salên zordariyê li ser hemû gelên Sûriyeyê, bi taybet gelê Kurd ku heta ji nasnameya Sûriyeyê bê par mabûn.
Çi li heviya siberoja Sûriyeyê ye?
Piştî rûxandina vê rejîmê siberojeke nû li benda Sûriyeyê ye, siberojeke ku hîn ne zelal e. Gelo em ê Sûriyeyeke nû ji bo hemû dûriyeyiyan, bêyî dûrxistin û paşguhkirin bibînin, yan jî em ê li gorî berjewendiyên hêzên derve, dîsa tûşî dûrxistin û pşguhkirinên nû bibin ku dê Sûriyeyê vegerîne xala destpêkê?