Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar serdana karkerên ku li zeviyan firengiyan kom dikin kir û bi wan re firengî kom kir.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Sîncar çû nava zeviyan û hem li gel karkerên jin firengî kom kirin û hem jî li kêşeyên wan guhdar kir.
Hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku karkerên jin ên di bin germa tebaxê di mercên dijwar de dixebitin, keda destên xwe bi tu awayî tam nastînin. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar ligel endamên meclîsa şaredariyê û alîkarên hevşaredaran, çûn serdana karkerên çandiniyê yên li nehyeya Sultan Xocayê ku li gundê Şadî di saetên serê sibehê zû de firengan kom dikin.
Hevşaredar Sîncar di serdanê de axivî û got: “Xwediyê erdan ji ber lêçûnên bilind ên mîna sotemenî, zibil û tov nikarin encamên dixwazin bi dest bixin. Bi heman awayî, karkerên jin ên ku di bin tava germa tebaxê di mercên dijwar de dixebitin, heqdestê keda xwe nastînin.”
Hevşaredar lepik û kûm diyarî jinên karker kirin û firengî berhev kirin.