ANKA Kooperatîfa Ziman Huner û Perwerdehiyê bi boneya 21ê Sibatê dê bi navê “Zimanê dayikê, lîstik û bîr” bi malbatan re li ÇandAmedê semînerek li dar xist. Di semînerê de têkiliya navbera zimanê dayikê, lîstik û bîrê hate nîqaşkirin û pisporên ziman bal kişandin ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê ya ji bo pêşveçûna derûnî û akademîk a zarokan.
ANKA Kooperatîfa Ziman Huner û Perwerdehiyê ya Amedê, bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi malbatan re semînera “Zimanê dayikê, lîstik û bîr” li Çand Amedê li dar xist. Li eywanê pankarta “Statûya Kurdî Perwerdehiya Bi Kurdî” hat daliqandin û dowîzên “Zimanê xwe bixwîne, hebûna xwe biparêze”, “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê kurdkî şîrîn a” hatin danîn. Endam û nunerên saziyên ziman û malbatên zarokan beşdarî bernameyê bûn.

‘Zimanê Kurdî di nava zarok û civakê de her ku diçe kêm dibe’
Mamosteyê Zimanê Kurdî Nûh Bozkûrt destpêkê axivî û Roja Zimanê Dayikê li hemû gelan pîroz kir û wiha got: “Wekî ku hûn dizanin ev hefteya Roja Zimanê Zikmakî bû û me di van rojan de dît ku tiştek balkêş derket holê. Zimanê Kurdî di nava zarok û civakê de her ku diçe kêm dibe. Zarokên kurdan nikarin bi zimanê dayika xwe biaxivin. Em jî dixwazin têkiliya zarokan a bi zarokan re çi ye li ser vê yekê nîqaşan bikin. Em ê di vê semînerê de li ser vê yekê bisekinin.”

‘Em bi atolyeyan xebatên xwe didomînin’
Rêvebera Kooperatîfê Dîlan Şeveşoglu jî behsa xebatên kooperatîfê kir û ev yek anî ziman “Em bi atolyeyan xebatên xwe dimeşînin. Xebatên hûnerî dimeşînin. Kapasîteya me di navbera 60-65 zarokan de pêk tê. Heta perwerdehiya fermî destpê dike û bi dawî dibe perwerdehiyên me jî berdewam dikin. Em hêvî dikin ku hûn jê sûd werbigirin. 21’ê Sibatê carekedin li we hemûyan pîroz be.”
‘Di aliyê civakê de rola ziman gelek girînge’
Dr. Azad Dildar li ser perwerdehiya duzimanî û bandora wê ya li ser zarokan axivî û roja zimanê dayikê li hemû kesan pîroz kir û destnîşan kir ku ziman ji hebûnê pêk tê û wiha axivî: “Bêraman ziman nabe. Bêziman fikir jî nabe. Di aliyê civakê de rola ziman gelek girîng e. Ziman weke awayekê di hemû têkiliyên me de heye. Danûstandinên me yên civakî saz dike û di her qonaxa jiyana me de cih digire. Armanca perwerdehiya nûjen ew e ku bikaribe di qada derûnî de û civakî de bi qerî xwe û civakê were. Zarok dema dest bi dibistanan dikin rastî gelek pirsgirêkan tên û aliyê derûniyê de jî tên. Ji berk u dibistan ji bo zarokan derdoreke nû û qadeke jîngehê ya nû ye, ev bi sere xwe dibe faktoreke strasê. Ev stres bi hinek zarokan re xwe weke pirsgirêkên dibistan û pirsgirêkên derûnî dide der.”

‘Dema dengê Kurdî tê em xwe di ewlehiyê de hîs dikin’
Zimanzan Dr. Ronahî Onen jî li ser mijara mezinkrina zarokan sekinî û behsa bandora axaftina bi Kurdî kir û wiha got: “Ziman ji bo me hebûn, nasname û dengê dayika me ye. Ne pêwîst e em bi rûpelan behsa ziman bikin. Dema dengê Kurdî tê em xwe di ewlehiyê de hîs dikin. Ji ber ku malbat ji bo wan ewlehî ye. Dema bi zimanê din hin tişt tên gotin zarok bi hêst nabin. Ziman ji bo me bîr e. Em kîjan zimanê biaxivin em bi wê çandê mezin dibin. Ji ber ku bi hevre girêdayî ye. Pirzimanî li ser bingeha zimanê dayikê, modela herî xurt e. Ger ku zarok bi zimanê xwe bingeheke xurt fêr bibe, zimanê duyem fêr dibe. Ji aliyê serdestan ve zimanê duyem li me tê ferzkirin. Duziman serê zarokan tevlîhev dike. Zarok jixwe di dibistanê de zimanê serdest diaxivin, divê em jî di malê de bi zimanê xwe biaxivin û bingeha wê xurttir bikin. Pirzimanî zirardar nîn e, berevajî wê gava ku bi rêkûpêk were piştgirîkirin hêzek e.”

‘Divê em sar û bêhêvî nêzî zarokên xwe nebin’
Lêkolîner Rêzan Aktulum jî li ser lîstik û bandora wê ya li ser zarokan axivî û destnîşan kir ku zarok ji dayikbûn û heta dawiya ciwaniyê jî yek kese û ev tişt got “Awayê ku em bi zarokekî re diaxivin rasterast bandorê li ser xwebaweriya wan, hestê ewlehiyê û têgihiştina wan a li ser pergalî dike. Divê em bi awayek germî û rêzdarî nêzîkî zarokan bibin. Divê em sar û bêhêvî nêzî zarokên xwe nebin. Dema ku hûn gûherandinan bikin dê zarok fêr bibe ku hêstên wan girîng in. Zarok hîs dike ku nasnameya wê jî tê nasîn. Her wiha lîstin qadeke bingehîn a pêşxistinê ye ku zarok bi bi motîvasyonek nêz dibe. Girîngiya lîstikan piştgiriya pêşketina hestyariyê zarok xwe ewle û bi qîmet hîs dike.”
‘Çîrok zimanê zarokan zêdetir li pêş dixe’
Di dawiyê de mamosteya pêşdibistanê Bêrîvan Duman jî li ser çîrokbêjiyê axivî û anî ziman ku çîrok bîr û jiyan gelekiye û wiha got: “Berê şevbihêrk dihatin lidarxistin û dayikan ji wan re çîrokan vedigotin. Çîrok cureyek vegotinê ye ku li ser bûyerên qewimîne, dikarin biqewimin û an jî xeyalan vedibêje. Çîrok girîng e. Ji ber ku zimanê zarokan pêş dixe û dibe sedem ku bifikire. Çîrok zimanê zarokê zêdetir pêş dixe. Dikare ji bo demên dirêj bala xwe bide. Her wiha dikare empatiyê bike û zarok xwe çêtir dikarin îfade bikin. Her wiha çîrok çalakî ye, lê pêdîvîyek e, mêjî xwedî dike û zarokan dil bi hêz dike. Teşeyê dide karakterên zarokan. Zarok bi vê awayî bi fikr mezin dibe. Gelek hûnerên Sûsika Simo, Feqiyê Teyran, Aslika Qadir, Fatma Îsa hene. Ji ber vê yekê em dengbêjî û çîrokan nikarin ji hevdû cuda bigirin dest. Dengbêjên me yên navdar gelek çîrokan bi denbêjiyê anine ser ziman.”














