• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

    Partiyên siyasî li dijî tayînkirina kesekî ji derveyî Kobanê derketin

    Partiyên siyasî li dijî tayînkirina kesekî ji derveyî Kobanê derketin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

    Partiyên siyasî li dijî tayînkirina kesekî ji derveyî Kobanê derketin

    Partiyên siyasî li dijî tayînkirina kesekî ji derveyî Kobanê derketin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi Tovê Dayîkê li Bîstanê Jinan amadekariya çandiniyê dikin

Mêrdîn / AW

1 ÇILE 2026 - 11:09
Kategorî: ÇAND, EKOLOJÎ, JIN, MANŞET
A A
Li navçeya Nisêbînê ji aliyê şaredarî û jinan ve di çarçoveya bajarê jinan de  ji dayikan “Tovê Dayîkê hat komkirin û şitlên ji Tovê Dayîkê tên bidestxistin ê li Bîstanê Jinê werin çandin.

Navçeyê Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê Rêveberiyên Xwecihî yên DEM Partiyê ve di 20ê Kanûnê de weke bajarê jinê hat îlankirin. Jinên ku di Şaredariya Nisêbînê de dixebitin di çarçoveya xebatên bajarê jinê de lez dan xebatên çandiniyê. Jinên ku salên derbas bûyî şitlên zerzewat ên hazir diçandin dest bi komkirina tovê xwemalî an go bi navkirina jinên herêmê “Tovê Dayîkê” kirin. Bi komkirina Tovê Dayikê armanc ew e ku êdî her sal şitlên zerzewatan bi tovê xwemalî dest bixin û biçînin.

Me destpêkê Bîstanê Jinan ava kir

Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan diyar kir ku wan sala 2024an Bîstanê Jinê ava kiriye û wiha axivî: “Şaredariya Nisêbînê weke bajarê jinan hatiye îlankirin. Sala borî li Nisêbînê me Bîstanên Jinê ava kirin. Niha li Bîstanê Jinê 9 hevalên me dixebitin û vê yekê bi awayekî komûnal dikin. Sala destpêkê zebze û fêkiyê ji Bîstanê Jinê hatiye hilberîn destpêkê me li malbatên xwe belav kir, dema ku zêde kir hevalên me li bazarê firotin. Di sala pêşiya me de em ê him zeviyên Bîstanê Jinê zêdetir bikin him jî kesên di nava komunan de ne wê zêdetir bibin.”

Jin ê bi çandiniyê debara xwe bikin

Gulbîn Şahîn Daghan da zanîn ku piştî ji Bîstanê Jinan wan hîlberîn wergirt, dîtin ku destê wan de tov tuneye ku ji bo sala were biçînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di van bîstanan de sala borî me gelek sebze û fêkî çandin. Lê tişta bala me kişandî ew bû ku ji sebzeyan me nekarî em tov bistînin. Yanê me lê meyze kir ku em ê her tim hewceyî şitlan bibin ku wan bikirin. Li ser vê yekê me biryar da ku em bi xwe bikaribin tovê xwe bikarbînin. Piştî ku me ev biryar da em li nava gel geriyan ku tovê xwemalî bi navkirina me “Tovê Dayîkê” peyda bikin. Hevalên me yên jin li 75 gundên Nisêbînê geriyan û tovê 45 cureyên cuda kom kirin. Ev şitlên ku em diçînin yekemîn em ê li Bîstanê Jinê belav bikin. Şitlên ku zêde bikin em ê bidin welatiyên xwe. Lê dema em didin şertekî me heye. Dema em şitil bidin em ji wan welatiyan ji bo sala were tov dixwazin.”

Ji bo Tovê Dayîkê 75 gundan geriyan

Xebatkara şaredariya Hulya Kok ku ji bo komkirina tovê xwemalî 75 gundan geriya ye anî ziman ku her mala ku diçûnê deriyê malê dayikan ji wan re vedikir û wiha axivî: “Pêşiyê me ji Çiyayê Bagokê destpê kir, ji gundên Suryanî û Êzidiyan, piştre em derbasî Herêma Omeriyan bûn. 75 gundan em geriyan. Dema ku em diçûn gundan tişta herî zêde bala me dikişand parastina tov bû. Her gundê em çûnê, me dît ku tov ji hêla dayikan hatiye parastin û wan dida me. Dema me li tûrikê veşartina tov dinêrî, me didît ku dayîkan weke ku zarokekî tovên di destê xwe de parastibûn.”

 Li her gundî dayîkan parastina tovê xwemalî kiriye

Hulya Kok diyar kir ku piştî wan şitil danîn wan soz daye dayîkan ku dê cardin tov bidin wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema didan me jî hinekî dilê wan diêşa. Lê me soz daye wan dema me tov kir şitil û cardin tov wergirt em ê wan Tovê Dayîkê cardin li wan vegerînin. Ev tov bi pêşengtiya hevalên me yên Navenda Hevgirtin û Jiyanê ya Navjîn me kom kir, her wiha hevalên me yên Şaredariya Nisêbînê jî tev li vê xebatê bûn.”

Niha di destê me de 70 hezar şitil hene

Xebatkara Bîstanê Jinê Kadîfe Orak diyar kir ku bi çandina tov wan 70 hezar şitil bi dest xistine û wiha got: “Em niha tovên hişk diçînin ji bo ku bibin şitil. Weke guz, berû, mişmiş û xoxan. Piştî mehek din em ê tovên sebzeyan danin. Niha li vir nêzî 70 hezar şitlên darên cuda cuda hene. Me salên derbasbûyî ev tov danîn û êdî bûne şitil. Bi demsalên biharê re em ê van şitlan biçînin.”

Dema tovên me zîl didin weke zarokek çêbûbe kêfa me tê

Kadîfe Orak bi lêv kir ku wan ji berê de çandinê dikir, gelekî ji çandiniyê hez dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji berê pêde me çandinî dikir. Li ber Ava Spî dehl û bîstanên me hebûn û me malbatî çandinî dikir. Niha weke kar em li vir dixebitin. Dema ku tovên em diçînin zîl didin gelekî kêfa me tê. Weke ku zarokek hatibe ser dinê em wisa nêzîk dibin û wisa xwedî dikin.”

 

 

 

Etîket: Bîstanê JinêHevşaredar Gulbîn Şahîn DaghanHulya KokKadîfe OrakŞaredariya NisêbînêTovê Dayikê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Qeyûm xizmetê nake xelkê Nisêbînê perîşan bûye!

Qeyûm xizmetê nake xelkê Nisêbînê perîşan bûye!

18 KANÛN 2025
Encumena Şaredariya Nisêbînê di qezaya trafîkê de mir

Encumena Şaredariya Nisêbînê di qezaya trafîkê de mir

16 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê  Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê
    Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rihan Loqo: Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûka wan bideng bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Macron: Soza me ji Kurdan re heye û em dê pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (159)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne