• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hikumeta HTŞê çekan li dora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dike

    Hikumeta HTŞê çekan li dora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dike

    Rêveberên OHDê: Divê her kes xwedî li azadî û aştiyê derkevin

    Rêveberên OHDê: Divê her kes xwedî li azadî û aştiyê derkevin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    Li Wanê Şeva Çîrokan hat lidarxistin

    Li Wanê Şeva Çîrokan hat lidarxistin

    Xwendekaran belgenameyên Kurdî wergirtin

    Xwendekaran belgenameyên Kurdî wergirtin

    Li Enqereyê Şeva Yelda hat pîrozkirin

    Li Enqereyê Şeva Yelda hat pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hikumeta HTŞê çekan li dora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dike

    Hikumeta HTŞê çekan li dora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dike

    Rêveberên OHDê: Divê her kes xwedî li azadî û aştiyê derkevin

    Rêveberên OHDê: Divê her kes xwedî li azadî û aştiyê derkevin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    Li Wanê Şeva Çîrokan hat lidarxistin

    Li Wanê Şeva Çîrokan hat lidarxistin

    Xwendekaran belgenameyên Kurdî wergirtin

    Xwendekaran belgenameyên Kurdî wergirtin

    Li Enqereyê Şeva Yelda hat pîrozkirin

    Li Enqereyê Şeva Yelda hat pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi vekirina Navenda Çandê re dest bi perwerdehiyê hat kirin

Mahmût Altintaş / AW

10 MIJDAR 2025 - 09:39
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Enqere – Atolyeyên Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê ku 2 hefte berê li Enqereyê ava bû dest pê kir. Ji mamosteyan Zelal Angay diyar kir ku wan di hemû beşên hunerê de dest bi atolyeyan kiriye û kesên dixwazin dikarin serî li atolyeyên wan bidin.

Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê di 26ê Cotmehê de li Enqereyê ava bû. Saziya navborî bi armanca li dijî yek ziman û yek çandê bi awayekî pirrzimanî û pirrçandî dest bi xebatan kir. Li navendê perwerdehiya tembûr, sêtêl, gîtar, keman, kemençe, erbane, darbûqa, perkusyon, piyano, çelo, bilûr, perwerdehiya deng, şano, wênekeşî, sînema û wênesazî tên dayin. Ji bo zarokan jî xebatên drama, rîtim û koroyê hene. Her wiha perwerdehiya govend û semahê jî hene. Saziyê dest bi atolyeyan kir û serlêdanên ji bo dersan berdewam dikin.

Cihê saziyê li hemberî Meclîsê li navçeya Çankayayê ye. Tevî ku sazî nû vebûye jî eleqeya ji bo wê zêde ye. Sazî li benda şagirt û ciwanan e, her kes dikare bi serlêdanê xwe tev li atolyeyan bike. Mamosteyên saziyê diyar kir ku eleqeyeke zêde ji bo navenda wan heye û heta niha 100 kesan serî li atolyeyan daye.

‘Kêfxweşim ku li vir ji bo neteweya xwe dixebitim’

Ji mamosteyan Haşîm Reşadet bi xwe ji bajarê Mahabadê yê rojhilatê Kurdistanê ye. Haşim Reşadet ku 35 sal in bi karê hunerê ve mijûl dibe û hem li rojhilatê Kurdistanê û hem jî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên muzîkê kiriye. Haşîm Reşadet ku 5 sal in li Enqereyê dijî niha jî li saziya navborî perwerdehiya kemanê dide şagirtan. Haşîm Reşadet anî ziman ku bi têkiliya nasên xwe hatiye saziyê û wiha got: “Ev der karên pirr bi nirx dike. Ez li vir perwerdehiya kemanê didim zarokan. Li vir karekî pirr bi qîmet tê kirin. Ez jî kêfxweşim ku di nav vî karî de me. Li vir hejmara Kurdan pirr zêde ye. Min bêriya Mahabadê kiriye lê li vir hemû heval û hogirên min Kurd in ji ber wê jî ez zêde xerîbiyê nakişînim. Kêfxweşim ku li vir ji bo neteweya xwe dixebitim.”

Di hemû beşan de dest bi atolyeyan kirine

Derhenêr û Şanoger Zelal Angay jî li saziyê perwerdehiya şanoyê dide. Zelal Angay anî ziman ku wan di hemû beşên hunerê de dest bi atolyeyan kiriye û wiha got: “Hemû amurên muzîkê jî li vir hene. Mamosteyên me jî amade ne. Me vê hefteyê dest bi atolyeyên xwe kirin. Ji bo lîstikvaniya şanoyê jî atolyeyên dramayê jî wê dest pê bike. Her wiha ji bo sînemayê û nivîskariya şanoyê jî atolyeyên me wê dest pê bikin. Di hemû beşên muzîk, şano û sînemeya de atolyeyên me dest pê kirin û di demên pêş de wê atolyeyên me berfirehtir bibin. Heta niha bi giştî 100 kesan serî li atolyeyên me dane. Vebûn û destpêkirina xebatên me bi hev re bûn. Serlêdan hê jî berdewam dikin. Di hemû beşan de polek du polên me vebûne. Li aliyekî perwredehiya me didome li aliyekî jî em serlêdanan werdigirin. Kesên dixwazin dikarin werin serî li atolyeyên me bidin.”

‘Xebatên me pirrzimanî û pirrçandî ne’

Zelal Angay diyar kir ku di serlêdanên wan de demeka sînorkirî tune ye û got: “Em dixwazin heta serê salê komeke şanoyê ava bikin. Lê kesên dixwazin tev li koma şanoyê bibin divê herî dereng di nava vê mehê de werin serî li atolyeyên me bidin. Demeke dirêj bû saziyek bi vî rengî tune bû. Em muhtacî hunera Kurdî bûn. Bi vê saziyê em dixwazin vê pêdiviyê bicih bînin. Em bi awayekî pirrzimanî û pirrçandî xebatên xwe dikin. Ne tenê welatiyên me yên Kurd hemû welatiyên li vir, Tirk, Ereb û hemû kes jî dikarin werin li vir perwerdehiya çand û hunerê bibînin. Xebatên hunerê gerdûnî ye, em dikarin bi hunerê ji hevdu fêm bikin.”

 

 

Etîket: çanda KurdîHuner û Wêjeyê ya Anatoliyayêhunera KurdîNavenda Çand
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Edeneyê Anavarza bi ruhê hunera azad tê avakirin

Li Edeneyê Anavarza bi ruhê hunera azad tê avakirin

3 KANÛN 2025
ZIMAN-KURD sibê avahiya xwe vedike: Banga komkirina pirtûkan kir

ZIMAN-KURD sibê avahiya xwe vedike: Banga komkirina pirtûkan kir

29 MIJDAR 2025
Li Kanîreşê şahiya dengbêjan hat lidarxistin

Li Kanîreşê şahiya dengbêjan hat lidarxistin

11 MIJDAR 2025
Li Enqereyê kargeha zarokan hat li darxistin

Li Enqereyê kargeha zarokan hat li darxistin

11 MIJDAR 2025
Îlhan Dayan: Divê her malek ji bo zimanê Kurdî weke dibistanekê be

Îlhan Dayan: Divê her malek ji bo zimanê Kurdî weke dibistanekê be

23 COTMEH 2025
Konservatuara Aram Tîgran piştî 9 salan dîsa derî li şagirtan vedike

Konservatuara Aram Tîgran piştî 9 salan dîsa derî li şagirtan vedike

22 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (537)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne