Enqere – Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku sê caran xwîn çûbû ser mejiyê wî, didome. Bijîşkên Aykol, dan zanîn ku dê di 12ê Kanûnê de dest bi tedawiyeke din bikin.
Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ku li Enqereyê dijî, di 14ê Cotmehê de dema li mala xwe xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sîncanê. Tedawiya Aykol a li nexweşxaneyê didome. Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çû ser mejiyê Aykol û tedawiya wî niha li beşa çavdêriya awarte bi antîbiyotîkan didome.
Bijîşkên Aykol, dan zanîn ku dê di 12ê Kanûnê de dest bi Perkûtan Endoskopîk Gastrostomiyê bikin.













