Bijîşkên ku nehatin dayînkirin li Hewlêr û Îdareya Soran ragihandin ku ew îro li tevayî beşên lezgîn û nexweşxaneyên Hewlêr û Soran dest bi boykotê dikin.
Bijîşkên ku nehatine tayînkirin li Hewlêr û Îdareya Soran bi boneya mafê xwe biparêzin daxuyaniyeke hevpar dan û destnîşan kirin ku ew boykotê îlan dikin. Bijîşkan di daxuyaniyê de diyar kirin ku ev şeş mehin wek bijîşkên nû derçoyî di rewşek bi pirsgirêk de dijîn gotin: “Tevayî bijîşkên sala yekem, duyem û sêyem heta bijîşkên di asta bilind de jî ev şeş mehin li dervey navnîşan û erkê xwe yê bijîşkî xizmet dikîn û li cihê xwe de mane.”
Bijîşkan destnîşan kirin ku wan di dema borî ed bi rêyên yasayî û sivîl daxwaza mafên xwe kirine, lê wezareta tendirustî guh nedaye daxwazên wan û gotin: “Ji saet 8ê sibeha 7ê Hezîranê ve em boykota dewamê li tevayî beşên lezgîn û nexweşxaneyên Hewlêr û Soran bi hemû beşan ve radigihînin. Heta daxwazên me neyên bicihanîn wê boykota me berdewam be.”