• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bîranîna Apê Mûsa: Çapemeniya Azad bi saya Şehîdên Çepemeniyê serbilind e!

Amed / AW

20 ÎLON 2025 - 12:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – DFGê Apê Mûsa li cihê ku lê hatiye kuştin bi bîr anî û got: “Çapemeniya Azad bi saya Şehîdên Çepemeniyê li ser piya ye û serbilind e.”

Rojnameger û nivîskar Apê Mûsa (Mûsa Anter) di 20ê îlona 1992yan de li Kolana Hejmar 442 ya Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê hatibû kuştin. Bi boneya salvegera 33yemîn a kuştina Apê Mûsa, bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li cihê lê hatibû kuştin merasîma bîranînê hat lidarxistin. Li gel kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter gelek rojnameger, siyasetmedar, hevşaredar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên Apê Mûsa û şehîdên Çepemeniya Azad hatin hilgirtin, rojnameyên Yenî Yaşam û Xwebûnê hatin rakirin.

Bîranîn li xaçerêya Seyrantepeyê ya li naçeya Bajarê Nû, bi deqeyeke rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Çapemeniya Azad û Şehîdên Demokrasiyê dest pê kir. Kurdiya Daxuyaniyê rojnameger û endamê DFGê Fexredîn Kiliç, Tirkiya wê jî hevseroka DFGê Kesîra Onenê xwend.

‘Apê Mûsa serhildan û hawarek bû’

Fexredîn Kiliç destnîşan kir ku Apê mûsa serhildanek bû, ‘hawarek’ bû û derbarê têkoşîna Apê Mûsa de wiha got: “Ji ber vê yekê ew dişibiya kulîlkên ku di bin siya darên çinarê de şîn dibin. Heta ku ew bi xwe jî veguherî çinarekê û ev serhildan, ev ‘hawar’ domiya. Ji ber ku di nava serhildaneke bi sedsalan de cih digirt. Ew qêrîn, serhildan û xîreta têkoşînê ya Kurdan bû. Ew pênûsa rojnamegeriyê bû ku heqîqet dinivîsî. Kurdek bû, nivîskarek bû, rojnamegerek bû, rewşenbîrek bû, nuktebêjek bû, çinareke mezin bû.

‘Ji bo vegotinê peyv kêm dimînin’

Fexredîn Kiliç diyar kir ku ew hewl didin Apê Mûsa vebêjin û da zanîn ku ji bo vê yekê peyv kêm dimînin û axaftina xwe wiha domand: “Em nikarin têkoşîn, nirxên ku afirandine, rojnamegeriya wî, nivîskariya wî, cewhera wî, mirovahiya wî û bedewiya wî vebêjin. Lê em nas dikin, em dizanin vî çinarê mezin. Hemû kesên li vir dizanin. Hinek şahidên têkoşîna wî ne, hinek bi wî re tawanbar bûn, hinekan meşa wî ya azadiyê dîtin, hinekan nivîsên wî xwendin, hinekan bihistîne ka çi kiriye; çi afirandiye, çi gotiye, dengê wî, kenê wî, serhildana wî bihistîne.”

‘Di 72 salan de gelek tişt jiya’

Di berfirehiya daxuyaniyê de Fexredîn Kiliç bal kişand ser jiyana Apê Mûsa û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Dema Apê Mûsa li şikefteke gundê Zivingê ji dayik bû, hêj komar nehatibû avakirin. Lê tevahiya jiyana wî bi şahidiya zordariya vê dewleta nû hate avakirin, derbas bû. Di 72 salan de ewqas tişt jiyan ku heta mirina xwe jî li vê pergala ku zulm, zordarî, hovîtî û qirkirina li Kurdan rewa dike, zêde kir.”

‘Dawiya dozê mirin be xêr hatiye’

Fexredîn Kiliç bilêv kir ku Apê Mûsa hêza Çapemeniya Azad mezin kiriye û aniye van rojan û wiha pê de çû: “Kesên ku ev nirx avakirine jî şehîdên çapemeniyê ne. Ew li dijî hemû zext û zordariyan li ser piyan sekinîn. Li dijî binçavkirin, îşkence, gef û êrişan gavek jî bi paş ve neavêtin, serê xwe netewandin. Di wan kêliyên xwe yên dawiyê de jî bi wêrekî li rûyê celadên xwe nêrîn û bi gotina ‘Madem dawiya vê dozê mirin e, bi xêr hatiye’ nîşanî me û dinya alemê dan ku çawa têkoşîn tê meşandin.”

‘Çapemeniya Azad bi saya şehidan serbillind e’

Fexredîn Kiliç bal kişand ser şehîdên Çapemeniya Azad û derbarê berdelên hatine dayîn de ev tişt anî ziman: “Ji Cengîz Altûn heta Hafiz Akdemîr, ji Gurbetellî Ersoz heta Nesrîn Tekeyê, ji Orhan Karaagar heta Nazim, Ferhat, Sayfettîn, Kemal, Ersîn, Çetîn, Yalçin û bi dehan şehîdên çapemeniyê yên ku nikarin navên wan bihejmêrin û heta peyhatiyên wan Ayfer, Nûjiyan, Xelîl, Denîz, Qedrî, Nagehan, Nazim, Cîhan, Ezîz û Egîd. Her yekê ji wan bi canê xwe ev bedel dan û her yekê ji wan nirxekî cuda ava kir û bûn rêber. Heke îro em qala Çapemeniyeke Azad a li ser piyan û serbilind bikin saya van şehîdan e. Vaye Apê Mûsa yê ku îro em wî li vir bi bîr tînin sembola şehîdên çapemeniyê ye. Dema dinivîsî wî her tim êş û xema Kurdan û zilma li wan dihate kirin vedigot. Dibe ku ji ber wî bi xwe jiya; bi awayekî kurt, zelal, têgihiştî û bi biryar vedigot. Di Qimilê de pirsgirêkên gel bi kurtasî anîbûn ziman. Dema digot ku ‘Çemê Firatê diherike Marmarayê’ bal dikişand ser rastiyekê. Car caran ev yek bi awayekî henekî vedigot û dikir ku baştir were fêmkirin. Heta dawiya jiyana xwe nivîsandin û vegotina xwe domand.”

‘Pênûs û gotinên Apê Mûsa ew tirsandin’

Di dawiya daxuyaniyê de Fexredîn Kiliç qala pêvajoya Apê Mûsa hatiye qetilkirin kir û wiha got: “Apê Mûsa beriya 33 salan îro, li vî bajarî, li vê taxê, li vê kolanê qetil kirin. Ew ji me girtin. Wan tehamûlî gotinên wî nekiribûn; pênûs û gotinên wî ew tirsandibûn. Wan Apê Mûsa qetil kirin, li vê kolanê li bedena wî gule barandin. Û em îro Apê Mûsa û bi wî re hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr tînin. Em li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin.”

Dicle Anter bal kişand ser girîngiya bîranîna Mûsa Anter ya bi eleqeyeke mezin tê pêşwazîkirin û ji hemû kesên tev li daxuyaniyê bûne re spas kir.

‘Apê Mûsa: Gelê şer dike maseya aştiyê da avakirin!’

Rojnameger Huseyîn Aykol xîtabî Mûsa Anter kir, da zanîn ku ew her sal rapora salane pêşkeşî Apê Mûsa dikin. Huseyîn Aykol bilêv kir ku ew îsal jî heman encaman pêşkeş dikin û wiha got: “Çepemeniya Azad îro rojname û kovaran çap dike, xwedî televîzyona ku xîtabî tevahiya cîhanê dike ye. Me her sal bîlançoya girtin û kuştinan digot lê belê vê carê bi mîzgîniyekê hatim. Dibe ku te ji wir bihîstibe. Me agahiyeke baş anî. Îro gelê ku bi salan e şer dike meşandin maseya aştiyê da avakirin. Tevî astengiyan jî heke ev mase neyê tunekirin em ê xwe bigihînin azadiyê, em bihêvî ne. Me dixwest bêjin tu hevalên me nehatin girtin û kuştin. Lê mixabin. Îsal jî hevalên me yên hatine girtin û kuştin çêbûn. Bi awayekî hovane û bi tikandina dugmeyekê. Lê bila. Ez bawerim em tên dawiya rê. Em ê bigihijin azadiyê. Me heya niha ji ber şer nûçe çêdikirin lê em ê êdî nûçeyên azadiyê çêbikin. Hûn dizanin gelek qeyran hene. Ji kuştina jinan heya qirkirinên ekolojiye gelek mijar hene. Tevî van zimanê medyaya hewizê jî heye. Werin em bi hev re atmosfera azadiyê ava bikin.”

Kesên tev li daxuyaniyê bûne wêneyê Apê Mûsa hilgirtin, ber bi cihê Mûsa Anter lê hatiye qetilkirin ve meşiyan, diruşmên “Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin” û “Bijî Çepemeniya Azad” berz kirin. Girse piştî qurnefîl danî li ber wêneyên şehîdên Çepemeniya Azad Apê Mûsa û rêhevalên wî, belav bû.

 

 

Etîket: Bîranîna Apê MûsaDFGDîcle AnterFexredîn KiliçHuseyîn AykolKesîra OnenMKG
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nujiyan Erhan bû dengî jinên êzidî

DFGê û MKGê Rojnameger Nûjiyan Erhan bibîranî

22 ADAR 2026
Karayilan: Newroza 2026î ganî biba Newroza azadîya Rayber Apoyî

Ji Karayilan peyamên Newroza 2026an-1: Ji Muslim heta Sadak, Aykol, Kiliç û Huseynî windahiyên giran bûn

18 ADAR 2026
Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

18 ADAR 2026
ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

14 ADAR 2026
DFGê Nazim Babaoglu bi bîr anî

DFGê Nazim Babaoglu bi bîr anî

12 ADAR 2026
‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1089)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne