Li taxa Heciya Kurdan a Bismilê ji bo çar endamên HPGê Çelebî Albay(Agir), Îrfan Albay(Rêber), Şûkrî Karademîr (Dûman) û Ramazan Altundal (Seyfî) şîn hat danîn.
Taxa Heciya Kurdan a navçeya Bismilê ya Amedê ji bo çar endamên HPGê şîn hat danîn. Bi pêşentiya MEBYA-DERê bi girseyî serdana şînê hat kirin. Di şînê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin û sirûda ”Çerxa Şoreşê” hat xwendin.
Di şînê de li ser navê Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) a Amedê Şêxmûs Karadag axivî û wiha got:” Rêhevalên wan her tim tekoşîna wan berdewam kir. Di salên 90î de heya niha keç û xortên Kurdan li ber xwe dan. Gelê Kurd li dijî zilmê tu caran serê xwe netewand û her tim li ser piyan e.”















