Bizava Goran, li dijî êrîşên li ser Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û bang li hemû gelê Kurd kir ku destkeftiyên Kurdan biparezin.
Bizava Goran têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û wiha got: “Guhertinên li Rojhilata Navîn û geşedanên li Sûriyê senaryoyên cuda anîne rojevê. Di vê çarçoveyê de pirsgirêka Kurd di nava van nakokiyan de rastî metirsiyan tê. Bi taybetî jî Rojavayê Kurdistanê bi komployeke metirsîdar û guhertinên demografîk re rû bi rû ye.
Ji ber vê yekê di warê berpirsyariya netewî de em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku destkeftiyên netewî biparêzin. Gelê me ji agirê şer û wêraniyê dûr bixin û bi hemû awayî bo parastina destkeftiyên Kurdan li hemû perçeyên Kurdistanê bixebitin.
Werin em bi helwestek hevbeş piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, penaber û mexdûrên şer bikin.
Bizava Gorran ji nêzîk ve çavdêriya pêşhatên dawî yên li Sûriyê û rewşa kurdan li navçeyê dike. Di heman demê de piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re li hember êrişên grûpên çekdar ên li ser herêmên kurdî yên Şehba û Tel Refaatê re ku rastî metirsiya komkûjiyê ji aliyê çeteyan ve hatine dûbare dikin. Di vî warî de em bang li civaka navdewletî, hêzên navdewletî û rêxistinên çavdêriya mafên mirovan dikin ku çavdêriya rewşê bikin. Bi taybet ku pirsgirêka Kurd dikare bi danûstandin û diyaloga demokratîk çareser bibe. Ne çareseriya çekan û ferzkirina hêzê. Carek din em dûbare dikin parastina destkeftiyên Kurdan li her dera Kurdistanê erka nîştimanî û neteweî ye.