Ji komên nû yên kurdî, Dilzar, bi stranê xwe ya “Bobelata Dil” bi etîketa KOM Muzîk li hemû platformên dijîtal di weşanê de ye!
Endamên Koma Dilzar dibêjin ku stranên ku dibêjin ji çîrokên jiyanê ye ku hatiye jiyandin. Endamên koma Dilzar du sal e bi hev re berhemên muzîkê çêdikin. Û dibêjin, hilberînên xwe de ne tenê ji êşên Kurdistanê, ji bedewiya wê jî digirin.
“Me strana xwe ya yekem, Dîl Girtî Me, digel klîba wê di Tebaxa 2024an de parve kir. Strana me li ser girtiyên azadiyê ye. Me xwest di klîbê de balê bikişînin ser tecrîdê. Strana me ya duyem, Ne Bawer Im, di tebaxa 2025’an de weşand. Strana me ya sêyem û nû, Bobelata Dil, stranek evînê ye Ev ê cara yekem ji hêla KOM Muzîkê ve were weşandin. Me xwest, em berhemeke zindî û bi motîfên kevneşopî pêşkêşî guhdarên xwe bikin.”
“Bobelata Dil”, berhema yekem a Dilzar ku di bin KOM Muzîkê de derket, li ser hemû platformên dîjîtal de bi we re ye.













