Dîplomatê berê ye Amerîkayê Brett McGurk diyar kir ku domandina agirbesta li Sûriyeyê pir girîng e û got: “Dinya bi saya wan pir bi ewletir e.”
Nûnerê Taybet ê Qesra Spî yê Rojhilata Navîn ê berê Brett McGurk li ser hesabê xwe yê Xê ev peyam parve kir: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir bi mêtirsîdar e. Domandina agirbestê pir girîng e. Her lawaziya ewlehiyê, bi taybetî jî li navendên ragirtinê yên DAIŞê, rîska ku encamên navneteweyî derxe holê dihewîne. Kurd li seranserê Iraq û Sûriyeyê hevkarên dilsoz in û divê wisa muameleyê bibînin. Dinya bi saya wan pir bi ewletir e.”













