Her ku qeyrana siyasî kûr dibe, buhayê zêr jî zêde dibe. Di 5 salên dawî de buhayê zêr derket asta herî jor û grama zêr derket 3.989,42 tl yî.
Her ku qeyrana siyasî û kaosa bazirganiyê zêde dibe, buhayê dolar û zêr jî zêde dibe. Di 5 salên dawî de buhayê zêr derket asta herî jor. Bi taybetî operasyonên Îsraîlê yên li ser Filistinê, nediyariya rewşa Sûriyeyê û polîtîkayên DYA yên li ser Çînê bandorê li ser buhayê zêr jî dike. Roja înê ango di 11ê Nîsanê de buhayê 1 ons zêr, derkedt 3.200 dolarî û di 5 salên dawî de derket asta herî jor. Piştî rageşiya bazirganiyê ya di navbera DYA û Çînê de zêde bû, buhayê zêr jî zêde bû. Li gori daneyên dawî krîna grama zêr derket 3.989,42 tl û firotina grama zêr derket 3.993,43 yî.