Enqere – Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç di komisyona Meclîse de axivî û xwest polîtikayên Înkar û pişaftinê bi dawî bibin û mafê heviyê jî pêk bê.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin li meclîsê civîna xwe ya 7emîn li dar xist. Di civîna 7an a komîsyonê de serokên berê yên meclise hatin guhdar kirin. Di rûniştina yekem a civînê de ewil Hîkmet Çetîn axivî. Hîkmet Çetîn bi lêv kir ku yên ku çek berdane û çalakiya wan tune ye divê ben efûkirin û got: “Yên çek bi kar anîne û mirovan kuştine, di vê qonaxê de efûkirina wan zehmet e. Ew nikarin di nav civakê de bigerin. Ev mijarek pir aloz e. Dibe ku 15-20 kesên li çiyê ne, divê bişînin derveyî welat. Dibe ku Swêd, Norwêc, Danîmarka an Afrîkaya Başûr be. Divê ew bizanibin ku dema wê hat dê ev kes jî bêne efûkirin.”
Piştrê jî Omer Îzgî axivî û li ser qanûn û mekazagonê peşkeşî kir. Omer Îzgî da zanîn ku divê qanûnên bingehîn neyên guherandin.
‘Divê mafê heviyê pêk bê’
Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç jî di civîna komîsyonê de axivî anî ziman ku pêywîra komîsyonê pêvajoyê bi awayekî erênî bigihîne encame wiha got: “Divê şertê aştiya civakî pêk bîne. Me her tim got ku em bi Kurdan re xwişk û bira ne. Lê ji aliyê gotinên siyasî ve rewş gihîşt cihekî ku kesên ku siyaseta bi Kurdî dikin dest pê kirin û gotin: “Xwişk û birano, berî her tiştî hûn me wekî welatiyên wekhev qebûl bikin. Xwişk û birayan, ez parlementer hilbijartim. Lê hûn wan davêjin zindanê. Ez şaredar hilbijartim. Lê ew ew ji kar dûr xistin. Li şûna wan qeyim tayîn kirin. Em ê li ku derê siyasetê bikin? Divê bersivên me ji van hemûyan re hebin. Xwişk û Biratiya ku ji 1 hezar salan ve tê, wekî tune hesibandin, polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê bi rengekî hatine kirin, ev şermeke me ya mezin e.”
Divê em êdî dev ji van yekan berdin’
Bulent Arinç destnîşan kir ku di pêvajoyê de partiya herî bi xîret DEM Partî bû û ev tişt got: “Ji ber vê yekê, divê em bi rêbazên nû, bi destpêkên nû, bi heyecanên nû vê pêvajoyê bi dawî bikin. Bi kuştinên failî meçhûl, bi darbeya 1980î, bi tiştên ku li Zindana Amedê qewimîn, bi înkaran, em gihîştin vir. Divê mafê heviyê pêk bê.”
Herî dawî jî Koksal Toptan û Mehmet Alî Şahîn di civînê de axivîn û pêşniyarên xwe vêgotin û destnîşan kirin ku ew piştgiriya pêvajoyê dikin.