Buroya Hiqûqê ya Asrinê piştî biryara Konseya Wezîrên Ewropayê ya têkildarî mafê hêviyê daxuyand ku divê meclis demildest mafê hêviyê bigire rojeva xwe.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî biryara KW KEyê daxuyanî da û xwest ku Meclis di çarçoveya biryarê de “mafê hêviyê” bixe rojeva xwe û ji bo bibe yasa xebatan bide destpêkirin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) ya der heqê “Mafê hêviyê” de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku KW KEyê di biryara navberê ya de bal kişandiye ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û heta dawiya Hezîrana 2026an dem hatiye dayin.
Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di navbera 15-17ê Îlonê de civiya. Di biryara xwe ya navberê de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û îşaret bi Hezîrana 2026an kir.
Di serî de dixwazin destnîşan bikin ku; Komîteya Wezîran weke pêşniyareke çareseriyê, di biryara xwe de pêşniyar kiriye ku pêşniyarqanûnên di demên berê de ji hêla partiyên siyasî ve pêşkeşî TBMMê hatine kirin bên nirxandin. Em vê pêşniyarê girîng dibînin. Ji ber ku; miwekîlê me birêz Ocalan 27 sal in di şert û mercên tecrîda girankirî de ye û DMMEyê di şexsê miwekîlê me de ev yek weke îşkence nirxandiye û biryara binpêkirinê daye. Lê ev 12 sal in pêwîstiyên vê biryarê nehatine cîbicîkirin. Dema ev xisûs li ber çavan tê girtin; nirxandina pêşniyarqanûnên ji TBMMê re hatine kirin, weke çareseriya herî pratîk û maqûl derdikeve pêş. Her wiha komîteyê ji bo venêrîna cezayê muebbeda girankirî zêdetirîn dem 25 sal destnîşan kir û ev jî girîng e.
Li gel vê, Komîteyê careke din heta dawiya meha Hezîrana 2026an dem da Tirkiyeyê û bi vê yekê re ji polîtîkaya vehêlandina meseleyê ya Tirkiyeyê ku ji sala 2014an de bi kar tîne re zemîn çêkir. Birêz Ocalan, di hevdîtina bi parêzeran re ya di 15ê Îlonê de îşaret bi Komîteyê kir û got; heke ji cidî û jidil bin dikarin di çareseriyê de rol bilîzin lê heke nebin, dê serî li rêbaza mijûlkirinê bidin. Dixwazin bibêjin ku ev tespîta birêz Ocalan jî di vê çarçoveyê de ye.
Komîteyê, di biryara xwe ya navberê de îşaret bi pêvajoya li Tirkiyeyê didome û hêvî daye me tevan jî kir û bi vê yekê re qebûl kir ku Tirkiye ne ji hêla hiqûqî ve lê ji hêla siyasî ve nêzî mijarê dibe. Lê mixabin ku nêzikatiyeke li gorî vê tespîta xwe raber nekiriye. Em dixwazin bi dubareyî bibêjin ku mafê hêviyê, pirsgirêkeke hiqûqa Tirkiyeyê ye û bi hezaran girtiyan eleqedar dike.
Komîteyê, komîsyona di bin sîwana TBMMê û di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin, girîng dîtiye. Bi biryara Komîteyê careke din piştrast bû ku mecbûriyeteke ku komîsyon li gorî vê girîngiya xwe tevbigere, xebatên xwe li ser vê zemînê bimeşîne û bilezûbez bikeve nava tevgerê. Dixwazin bibêjin ku; birêz Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kir ku pêvajo gihiştiye asta çareseriya hiqûqî, pêdivî bi yasayên serdema navberê heye. Girêdayî vê, di civînên komîsyona li Meclisê de jî akademîsyenan destnîşan kirin ku ji bo aştiya neyînî veguhere aştiya pozîtîf divê temînatên hiqûqî û yasayî hebin û ev yek dikare aştiyê mayinde bike. Ev tespît jî girîng in.
Di çarçoveya van tespîtan de; divê gava ewil ew be ku di mijara mafê hêviyê de di qanûnan de sererastkirin bên kirin. Weke encam, hewceye TBMM pêşniyarqanûnên têkildarî mafê hêviyê bi lezgînî bigire rojeva xwe û bike yasa. Ev yek hem pêwîstiyeke li gorî biryara Komîteya Wezîran e hem jî dê ji bo pirsgirêkên di mewzûatên neteweyî yên Tirkiyeyê de bibe çareserî. Bêguman dê çareseriyeke bi vî rengî ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî sûdewer be.”