Sibê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ên li bajarên Bakurê Kurdistanê li dijî êrişên ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meş û daxuyanî bên lidarxistin.
Platforma Saziyên Demokratîk ên li bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê ji bo xwedîderketina li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, çalakiyan li dar dixe. Di çalakiyan de dê êrişên komên çete yên Hikûmeta Demkî ya Şamê ku girêdayî Tirkiyeyê ne, bên şermezarkirin. Meş û daxuyanî dê bi dirûşma “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye, Rojava Azadî ye” bên lidarxistin.
Li gorî ku Platforma Saziyên Demokratîk ragihand dê li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê meş û daxuyanî bên lidarxistin.
Li gorî plansaziya Platforma Saziyên Demokratîk dê li Amed, Riha, Wan, Mêrdîn, Batman, Colemêrg, Erzirom, Mûş, Îdir, Bedlîs, Şirnex, Sêrt, Agirî, Edene, Mêrsîn, Stenbol û gelek navêndên din meş û daxuyanî bên lidarxistin.
Bajar û navçeyên dê meş û daxuyanî lê bên lidarxistin wiha ne:
* Li Amedê dê meş ji Parka Koşuyoluyê saet di 15:00an de dest pê bike heta ber AZC Plazayê bidome.
* Li Wanê dê saet di 13:00an de ji ber avahiya DBPê heta Meydana Bajêr meş bê lidarxistin.
* Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dê saet di 14:00an de li ser rêya Kobanê meş bê lidarxistin.
* Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dê saet di 13:00an de ji sûkê heta ber sînorê Qamişlo meş bê lidarxistin.
* Li Batmanê dê saet di 12.30an li Parka Yilmaz Guney daxuyanî bê dayîn.
* Li Agiriyê saet di 12:00an de ji ber avahiya DEM Partiyê heta ber komeleya ziman meş bê lidarxistin.
* Li Stenbolê dê saet di 19:00an li Meydana Şîşxaneyê daxuyanî bê dayîn.
* Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê saet di 13:00an de dê daxuyanî bê dayîn.
* Li navenda Sêrtê dê saet di 14:00an de li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî bê dayîn.
* Li Îdirê dê saet di 12:00an de li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî bê dayîn.
* Li navçeya Qereçobanê ya Erziromê dê li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî bê dayîn.
* Li navçeya Geverê, Şemzînan û navenda Geverê dê saet di 12:00an de daxuyanî bên dayîn.
* Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dê saet di 17:00an de li Parka Zarokan daxuyanî bê dayîn.
* Li navenda Mûşê dê saet di 12:00an de li ber avahiya şaredariyê daxuyanî bê dayîn.
* Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê dê saet di 14:00an de li Parka Filîstînê daxuyanî bê dayîn.
* Li Dêrsimê dê saet di 12:30an de daxuyanî bê dayîn.
* Li Çewligê dê saet di 13:00an de li Qada Bajêr daxuyanî bê dayîn.
* Dê Qers û Erdaxan bi awayek hevpar dê saet di 12:00an de li ber avahiya DEM Partiyê ya Qersê daxuyanî bidin.
* Li Xarpêtê dê saet di 16:00an de dê li Termînala Xozatê daxuyanî bê dayîn.
Li Îzmîrê dê saet di 18:00an li Qada Alsancak dê daxuyanî bê dayîn.
* Li Edeneyê dê saet di 11:00an de li Parka Înonuyê daxuyanî bê dayîn.













