Amed – Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxand, got: “Heke tecrîda li ser birêz Ocalan neyê rakirin, dê ev rewşa nebaş a li welat berdewam bike.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tê ragirtin 44 meh in di bin tecrîdeke giran de ye. Li gel Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî li Girava Îmraliyê tên ragirtin. Herî dawî di 23yê Cotmehê de Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li ser navê malbatê çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.
Di vê pêvajoya ku nîqaşên hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re têne kirin de dîsa 6 meh cezaye hevdîtina bi parêzeran re li Rêber Abdullah Ocalan birîn. Parêzeran li dijî qedexeyê îtîraz kirin. Lê Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê îtîraza parêzeran red kir. Parêzer dê li dijî vê qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.
Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rewşa girtîgehan ji ajansa me re axivî.
Canpolat, qala pêvajoya çalakiyên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de ku di 10ê cotmeha 2023yan de li 74 navendên cîhanê hatibû dest pê kirin kir û da zanîn ku kampanya li Kurdistan, Tirkiyeyê, Ewropayê û gelek welatên din bi çalakiyên cur bi cur berdewam dike. Canpolat, destnîşan kir ku li Girava Îmraliyê tecrîdeke bêhempa heye û wiha got: “Ne dikarin bi malbatên xwe re ne bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ji cîhanê qut bûne. Mînaka vê tecrîdê li cîhanê jî nîne. Ji ber vê yekê em van çalakiyên xwe ji ber tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî bê rakirin dikin. Em dixwazin malbat, parêzer û bi taybetî jî siyasetmedar bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê dest pê bike. Em dixwazin vê carên lingên vê maseyê saxlem bin ku careke din neyên şikandin.”
‘Li girtîgehan aloziyên mezin hene’
Kerem Canpolat, diyar kir ku tecrîda berdewam dike di kesayeta Girava Îmraliyê de li hemû girtîgehan tê meşandin û wiha domand: “Li girtîgehan aloziyên mezin hene. Mafên mirovan tên binpêkirin. Înfaza girtiyên 30 sal in tên ragirtin û divê bên berdan dişewitînin. Em weke federasyon û komeleyên di bin banê federasyonê de nerazîbûnên xwe cuda cuda nîşan didin. Em ê helwesta xwe ya hiqûqî, siyasî û mirovî nîşan bidin. Hin hevdîtinên me jî hene. Çalakiyên me yên li ber zindanan berdewam dikin. Her hefteyê komeleyeke me, nûnertiyeke me an li nava bajêr an jî li ber deriyê zindanan çalakiyên xwe didomînin. Em dixwazin ji bo van çalakiyên me yên têkildarî rakirina tecrîdê de tên lidarxistin her kes destê xwe bide me. Em dengê xwe bilind bikin û vê tecrîdê bidin sekinandin. Divê tecrîd bê rakirin hevdîtin bi rihetî çêbibin. Heta ne tenê siyasetmedarên vî welatî kesên demokratî û hiqûqê dixwazin divê hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin. Em vê yekê ji pêşeroja Tirkiyeyê û Kurdistanê re weke ronahiyekê dibînin.”
‘Mirov saxlem dikevin girtîgehê lê cenazeyên wan derdikevin’
Kerem Canpolat, di berdewama axaftina xwe de binpêkirinên mafan ên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wiha vegot: “Çûyîna dadgehê, nexweşxaneyê, hevdîtina bi malbatên xwe re, axaftina bi telefonê re pirsgirêk e. Ji bo tiştên mirovî jî astengiyên mezin derdixînin. Li Meclisê ev tişt tên rojevê. Em dibêjin ji çareserkirina van pirsgirêkan muxatab Meclis e divê li wir bên çareserkirin. Ji xwe cezakirineke bêhiqûqî heye lê piştî cezakirinê hikumet mecbûre mafê van mirovan biparêze. Mirov bi awayekî saxlem dikevin girtîgehê lê mixabin gelek caran cenazeyên zarokên kurdan ji girtîgehan derdikevin. Girtî bi awayekî nexweş derdikevin. Divê girtiyên nexweş teqez demildest bên berdan.”
‘Rewşa girtiyên nexweş bi tecrîdê re eleqedar e’
Kerem Canpolat, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman ev jî bi tecrîdê re, bi binpêkirina hiqûqê re eleqedar e. Dema em mafên mirovan diparêzin em weke siyasî û edlî cuda nakin. Divê dewlet jî cuda neke. Lê mixabin dike. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan neyê rakirin. Wê ev rewşa nebaş berdewam dike.”
Kerem Canpolat, got ku “Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de gotibû ku ew îradeya min a ku vî şerî bidim qedandin heye” û ev tişt got: “Ev gotineke bi wate ye divê mirov qiymeta vê gotinê bizanibe. Li vî welatî kî bikaribe tiştên baş bike divê mirov qiymetê bidê. Birêz Abdullah Ocalan berê jî gotibû ‘heke derfetê bidin min dikarim di nava hefteyekê de vî şerî bidim sekinandin’ Em dixwazin hemû kesên ji vî welatî hez dikin qiymet bidin van gotinan. Heke tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin dê ya li hemû girtîgehan berdewam bike.”
‘Hewceye partiyên mûxalîf nerazîbûna xwe nîşan bidin’
Kerem Canpolat, diyar kir ku ji bo tecrîd bê rakirin divê di nava civakê de nerazîbûneke giştî çêbibe û wiha bi lêv kir: “Ne tenê civaka kurd, ev bar dikeve li ser hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn. Ji bilî DEM Partiyê divê hemû partiyên mûxalîf destê xwe deynin bin vî barî û vê pêvajoya nebaş a li welat bi tecrîdê ve girê bidin. Divê wisa be. Divê partî înîsiyatîf bistînin tirsa xwe bişikînin. Em behs bikin jî pirsgirêka kurd heye em behs nekin jî heye. Hewce ye ev partî nerazîbûna xwe nîşan bidin û hemû destê xwe bidin hevdû.”
‘Neçareserkirina tecrîdê binpêkirina hiqûq û demokrasiyê ye’
Kerem Canpolat, bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî yên têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û ev tişt got: “Rêya xwişk û biratiyê di hin tiştan re derbas dibe. Rêya wê nêzîkatiya bi Rojava re derbas dibe. Nêzîkbûna wan a ji Rojava û hemû Kurd û Kurdistanê girîng e. Em di vî warî de jidilbûnekê nabînin. Ji ber ku heke ji dil bin divê gav bên avêtin. Lê mixabin hêj ev pratîk nîne. Dive hemû gelê Tirkiyeyê hinek bar bigire ser milê xwe. Em dizanin ku neçareserkirina tecrîdê birçîtî ye li vî welatî, ji aliyê tenduristiyê ve pirsgirêk e, binpêkirina hiqûq û demokrasiyê ye. Ne çareserkirina tecrîdê xetimandina hemû tiştan e. Kes nikare bêje eleqeya min pê nîne. Ji ber ku birçîtî, feqîrî, aborî bi vê yekê ve girêdayî ye. Daxwaza me ew e ku hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, em destê xwe bidin hevdû, dengê xwe bilind bikin. Em bawer dikin ku bi vê dengbilindkirinê wê rêya Îmraliyê jî vebibe, deriyê girtîgehên din jî vebibe. Pirsgirêka girtiyên nexweş jî bê çareserkirin.”