• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

    Meşa kedkaran a ber bi Kadikoyê ve dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Canpolat: Heke tecrîd neyê rakirin dê ev rewşa nebaş berdewam bike

Fexredîn Kiliç / AW

12 KANÛN 2024 - 08:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxand, got: “Heke tecrîda li ser birêz Ocalan neyê rakirin, dê ev rewşa nebaş a li welat berdewam bike.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tê ragirtin 44 meh in di bin tecrîdeke giran de ye. Li gel Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî li Girava Îmraliyê tên ragirtin. Herî dawî di 23yê Cotmehê de Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li ser navê malbatê çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Di vê pêvajoya ku nîqaşên hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re têne kirin de dîsa 6 meh cezaye hevdîtina bi parêzeran re li Rêber Abdullah Ocalan birîn. Parêzeran li dijî qedexeyê îtîraz kirin. Lê Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê îtîraza parêzeran red kir. Parêzer dê li dijî vê qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rewşa girtîgehan ji ajansa me re axivî.

Canpolat, qala pêvajoya çalakiyên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de ku di 10ê cotmeha 2023yan de li 74 navendên cîhanê hatibû dest pê kirin kir û da zanîn ku kampanya li Kurdistan, Tirkiyeyê, Ewropayê û gelek welatên din bi çalakiyên cur bi cur berdewam dike. Canpolat, destnîşan kir ku li Girava Îmraliyê tecrîdeke bêhempa heye û wiha got: “Ne dikarin bi malbatên xwe re ne bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ji cîhanê qut bûne. Mînaka vê tecrîdê li cîhanê jî nîne. Ji ber vê yekê em van çalakiyên xwe ji ber tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî bê rakirin dikin. Em dixwazin malbat, parêzer û bi taybetî jî siyasetmedar bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê dest pê bike. Em dixwazin vê carên lingên vê maseyê saxlem bin ku careke din neyên şikandin.”

‘Li girtîgehan aloziyên mezin hene’

Kerem Canpolat, diyar kir ku tecrîda berdewam dike di kesayeta Girava Îmraliyê de li hemû girtîgehan tê meşandin û wiha domand: “Li girtîgehan aloziyên mezin hene. Mafên mirovan tên binpêkirin. Înfaza girtiyên 30 sal in tên ragirtin û divê bên berdan dişewitînin. Em weke federasyon û komeleyên di bin banê federasyonê de nerazîbûnên xwe cuda cuda nîşan didin. Em ê helwesta xwe ya hiqûqî, siyasî û mirovî nîşan bidin. Hin hevdîtinên me jî hene. Çalakiyên me yên li ber zindanan berdewam dikin. Her hefteyê komeleyeke me, nûnertiyeke me an li nava bajêr an jî li ber deriyê zindanan çalakiyên xwe didomînin. Em dixwazin ji bo van çalakiyên me yên têkildarî rakirina tecrîdê de tên lidarxistin her kes destê xwe bide me. Em dengê xwe bilind bikin û vê tecrîdê bidin sekinandin. Divê tecrîd bê rakirin hevdîtin bi rihetî çêbibin. Heta ne tenê siyasetmedarên vî welatî kesên demokratî û hiqûqê dixwazin divê hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin. Em vê yekê ji pêşeroja Tirkiyeyê û Kurdistanê re weke ronahiyekê dibînin.”

‘Mirov saxlem dikevin girtîgehê lê cenazeyên wan derdikevin’

Kerem Canpolat, di berdewama axaftina xwe de binpêkirinên mafan ên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wiha vegot: “Çûyîna dadgehê, nexweşxaneyê, hevdîtina bi malbatên xwe re, axaftina bi telefonê re pirsgirêk e. Ji bo tiştên mirovî jî astengiyên mezin derdixînin. Li Meclisê ev tişt tên rojevê. Em dibêjin ji çareserkirina van pirsgirêkan muxatab Meclis e divê li wir bên çareserkirin. Ji xwe cezakirineke bêhiqûqî heye lê piştî cezakirinê hikumet mecbûre mafê van mirovan biparêze. Mirov bi awayekî saxlem dikevin girtîgehê lê mixabin gelek caran cenazeyên zarokên kurdan ji girtîgehan derdikevin. Girtî bi awayekî nexweş derdikevin. Divê girtiyên nexweş teqez demildest bên berdan.”

‘Rewşa girtiyên nexweş bi tecrîdê re eleqedar e’

Kerem Canpolat, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman ev jî bi tecrîdê re, bi binpêkirina hiqûqê re eleqedar e. Dema em mafên mirovan diparêzin em weke siyasî û edlî cuda nakin. Divê dewlet jî cuda neke. Lê mixabin dike. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan neyê rakirin. Wê ev rewşa nebaş berdewam dike.”

Kerem Canpolat, got ku “Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de gotibû ku ew îradeya min a ku vî şerî bidim qedandin heye” û ev tişt got: “Ev gotineke bi wate ye divê mirov qiymeta vê gotinê bizanibe. Li vî welatî kî bikaribe tiştên baş bike divê mirov qiymetê bidê. Birêz Abdullah Ocalan berê jî gotibû ‘heke derfetê bidin min dikarim di nava hefteyekê de vî şerî bidim sekinandin’ Em dixwazin hemû kesên ji vî welatî hez dikin qiymet bidin van gotinan. Heke tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin dê ya li hemû girtîgehan berdewam bike.”

‘Hewceye partiyên mûxalîf nerazîbûna xwe nîşan bidin’

Kerem Canpolat, diyar kir ku ji bo tecrîd bê rakirin divê di nava civakê de nerazîbûneke giştî çêbibe û wiha bi lêv kir: “Ne tenê civaka kurd, ev bar dikeve li ser hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn. Ji bilî DEM Partiyê divê hemû partiyên mûxalîf destê xwe deynin bin vî barî û vê pêvajoya nebaş a li welat bi tecrîdê ve girê bidin. Divê wisa be. Divê partî înîsiyatîf bistînin tirsa xwe bişikînin. Em behs bikin jî pirsgirêka kurd heye em behs nekin jî heye. Hewce ye ev partî nerazîbûna xwe nîşan bidin û hemû destê xwe bidin hevdû.”

‘Neçareserkirina tecrîdê binpêkirina hiqûq û demokrasiyê ye’

Kerem Canpolat, bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî yên têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û ev tişt got: “Rêya xwişk û biratiyê di hin tiştan re derbas dibe. Rêya wê nêzîkatiya bi Rojava re derbas dibe. Nêzîkbûna wan a ji Rojava û hemû Kurd û Kurdistanê girîng e. Em di vî warî de jidilbûnekê nabînin. Ji ber ku heke ji dil bin divê gav bên avêtin. Lê mixabin hêj ev pratîk nîne. Dive hemû gelê Tirkiyeyê hinek bar bigire ser milê xwe. Em dizanin ku neçareserkirina tecrîdê birçîtî ye li vî welatî, ji aliyê tenduristiyê ve pirsgirêk e, binpêkirina hiqûq û demokrasiyê ye. Ne çareserkirina tecrîdê xetimandina hemû tiştan e. Kes nikare bêje eleqeya min pê nîne. Ji ber ku birçîtî, feqîrî, aborî bi vê yekê ve girêdayî ye. Daxwaza me ew e ku hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, em destê xwe bidin hevdû, dengê xwe bilind bikin. Em bawer dikin ku bi vê dengbilindkirinê wê rêya Îmraliyê jî vebibe, deriyê girtîgehên din jî vebibe. Pirsgirêka girtiyên nexweş jî bê çareserkirin.”

Etîket: Kerem CanpolatMED TUHAD-FED
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MED TUHAD-FEDê kongreya xwe pêk anî: Bi statuya Ocalan dê deriyên hemû girtîgehan vebe

MED TUHAD-FEDê kongreya xwe pêk anî: Bi statuya Ocalan dê deriyên hemû girtîgehan vebe

25 NÎSAN 2026
Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

MED TUHAD-FEDê kongreya xwe li dar xist

25 NÎSAN 2026
‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

‘Tevgerên heyî ne li gorê ruhê pêvajoyê ne’

26 ADAR 2026
MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

25 ADAR 2026
Girtîgeha Samsûnê mafên girtiyan binpê dike

Girtîgeha Samsûnê mafên girtiyan binpê dike

11 KANÛN 2025
‘Ji bo aştiyek mayinde divê girtîgeh bên valakirin’

‘Ji bo aştiyek mayinde divê girtîgeh bên valakirin’

21 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TMMOBê salvegera erdheja 1ê Gulanê ya Çewlîgê bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (23)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne