• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Profesora Amerîkî: Banga Abdullah Ocalan bandor li min kir

    Profesora Amerîkî: Banga Abdullah Ocalan bandor li min kir

    Çapemeniya Azad ji bo gelê Kurd bû dibistan û zanko

    Çapemeniya Azad ji bo gelê Kurd bû dibistan û zanko

    Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê li Helebê civiyan

    Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê li Helebê civiyan

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 5ê ÎLONA 2025an

    Li Silopya rewşa jina tundî lê hatî kirin giran e

    Li Silopya rewşa jina tundî lê hatî kirin giran e

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mezlûm Ebdî bi fermandarê CENTCOMê amîral Cooper re civiya

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Profesora Amerîkî: Banga Abdullah Ocalan bandor li min kir

    Profesora Amerîkî: Banga Abdullah Ocalan bandor li min kir

    Çapemeniya Azad ji bo gelê Kurd bû dibistan û zanko

    Çapemeniya Azad ji bo gelê Kurd bû dibistan û zanko

    Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê li Helebê civiyan

    Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê li Helebê civiyan

    ROJEVA 2yê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 5ê ÎLONA 2025an

    Li Silopya rewşa jina tundî lê hatî kirin giran e

    Li Silopya rewşa jina tundî lê hatî kirin giran e

    Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

    Mezlûm Ebdî bi fermandarê CENTCOMê amîral Cooper re civiya

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çapemeniya Azad ji bo gelê Kurd bû dibistan û zanko

Fexredîn Kiliç / AW

5 ÎLON 2025 - 09:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rojnameger Leyla Ayaz têkildarî Roja Çapemeniya Azad diyar kir ku destpêkirina weşana rojnameya Serxwebûnê ji bo gelê Kurd serdemeke nûbû û diyar kir ku Çapemeniya Azad ji bo gelê Kurd bû dibistanek. Rojnameger Medenî Ferho jî anî ziman ku Çapemeniya Azad berhema têkoşîna Tevgera Azadiyê ye.

Rojnameya Serxwebûnê 6ê Îlona 1978an di şert û mercên zor û zehmet de dest bi weşana xwe kir. Bi hejmara xwe ya destpêkê re damezrandina fermî ya partiyeke mîna Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), gihand gel. Damezrandina wê bi rastiya Kawayê Hemdem Mazlum Dogan re bû yek. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hejmara ewilî nivîsa bi sernavê “Dema derdikeve” nivîsand û di wê nivîsê de got, “Hestê şerma ji ber rewşa ku Kurdistan niha di nav de ye, ji bo bi ser xistina wezîfeyên me wê bibe çavkaniya me ya hêza rast.” Serxwebûn ji Îlona 1978an heya Mijdara 1979an li bakurê Kurdistanê weke “îlegal” weşana xwe domand û yek jê esas, çar hejmar jî weke hejmara taybet bi giştî weke saziyeke bi 5 hejmarî derket holê. Dengê Darbeya Leşkerî ya Faşîst a 12ê Îlona 1980an, bandor li Serxwebûnê jî kir, lewma nehate weşandin. Dema duyemîn a Serxwebûn, bi hejmara ewilî re ya ku belgeyên Konferansa 1an a PKKê ya Tîrmeha 1981an weşand, di Çileya 1982yan de destpê kir û bû saziyeke weşanê ya mehane ku li Ewropayê weke qanûnî hate weşandin. Ji wê dîrokê heya roja me an ku heya Gulana 2025an weke saziyeke weşanê ya mehane bê navber û bi rengekî birêkûpêk, rol lîst. Ji derveyî bi dehan hejmarên xwe yên taybet, bi hejmara xwe ya 521an a bi serenavê “Ji bo destpêkeke nû” dawî li weşana xwe anî.

Ji destpêkirina Rojnameya Serxwebûnê heta niha gelek rojname, ajans, kovar, televizyon û radyo li ser bingeh û heqîqetê ya Çapemeniya Azad hatin vekirin. Kedkarên Çapemeniya Azad bi taybetî ji salên 90î heta niha jî bi zext û zora desthilat û dewletan re rû bir û dimînin, hatin binçavkirin, girtin û kuştin. Gelek sazî û dezgehên Çapemeniya Azad hatin girtin. Kevneşopiya Çapemeniya Azad a bi Rojnameya Serxwebûnê dest pê kir herî dawî jî di 27ê Mijdara 2024an de Ajansa Welat ku xwerû bi Kurdî weşanê dike li vî karwanê heqîqetê zêde bû. Kevneşopiya Çapemeniya Azad a kedkar û berxwedêr tevî hemû zext û zordariyan berdewam dike û bi weşana xwe ji herêmê û cîhanê re dibe mînak.

Di sala 2023yan 6ê Îlonê weke Roja Çapemeniya Azad hate ragihandin. Edîtora serwîsa Kurdî ya JINNEWSê Leyla Ayaz û rojnameger û nivîskar Medenî Ferho bi boneya 6ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad ji ajansa me re axivîn.

‘Rojnameya Serxwebûnê ji bo gelê Kurd bû serdemeke nû’

Leyla Ayaz diyar kir ku di dîroka Kurdistanê de gelek serdemên girîng hene, yek ji wan serdeman ji bo çapemeniya Kurd 6ê Îlonê ye û wiha got: “Destpêkirina weşana rojnameya Serxwebûnê ji bo gelê Kurd serdemeke nû bû. Rojnamegeriya Kurdî ji rojnameya Kurdistanê dest pê kir û heta van rojan hat. Vê yekê jî bi xwe re tecrubeyek, zanînek bi xwe re anî. Divê mirov şert û mercên roja çapemeniya azad baş binirxîne. Ji ber ku ji bo Kurdistanê pêvajoyeke nû dest pê kir. Têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir. Ji ber vê yekê derketina Serxwebûnê ji bo gel girîng bû. Ragihandin ji bo civakekê ji bo gelekê pir girîng e. Rol û mîsyoneke pir giran digire ser xwe. Ji ber ku dîrokek, rastiyek hatiye veşartin û tişta ku nedihate gotin hebû. Ev yek bi weşangeriya Serxwebûnê derket holê. Ne tenê weşangerî ji hêla felsefî, bîrdozî, civakî û dîrokî ve gelek tişt bi xwe re anîn. Ji xwe re zimanekî nû afirand. Vî zimanê nû bandor li tevahiya civakê kir. Ne tenê civaka Kurdistanê bandor li tevahiya cihên ku dihate weşandin kir. Ev taybetmendiya derketina Çapemeniya Azad a Kurd bû.”

‘Çapemeniya azad ji bo gel bibû dibistanek’

Leyla Ayaz destnîşan kir ku rojnameya Serxwebûnê di şert û mercên rehet de derneket holê û wiha domand: “Ji ber ku weke rojnameya Kurdistanê rehet derneket holê. Rehet nehate bi rêxistin kirin, nekarî weşangeriyeke wiha rehetî bike. Gelek şehîdên çapemeniyê jî hene. Kedeke mezin hate dayîn. Vê yekê her ku sal derbas bûn tecrubeyek, zanînek, bingehek bi xwe re anî, ji çapemeniya giştî re jî afirandineke mezin anî. Her kedê, têkoşînê bi xwe re rêyeke nû vekir. Dibe ku bi dehan kovar hebûn lê ya girîng ew bû ku çawa weşangerî dikir. Di vir de Çapemeniya Azad a Kurd derdikeve holê. Divê mirov rol û mîsyona çapemeniya azad a di salên 80yî, 90î û 2000î de baş binirxîne. Di vê demê de jî di şertekî wiha baş de weşangerî nedihate kirin. Di hêla teknîkî de jî weke îro ne dewlemend bû. Li aliyê din jî zext, binçavkirin, girtin, kuştin hebûn. Avahiyên rojnameyan dihatin bombekirin. Çapkirin û belavkirina rojnameyan dihate astengkirin. Bi vî şiklî ragihandina azad dihate astengkirin. Li gel van zextan jî di nava civakê de pêşketinek pêşxist. Çapemeniya Azad ji bo gel bibû dibistanek. Xwe digihand hemû malên Kurdistanê. Ya din zimanê çapemeniyê jî girîng e. Çapemeniya Azad di vê hêlê de rol û misyon û guhertina ziman jî girt dest, feraseta serdest a desthilatê jî bi xwe re guhert. Bû çavkaniya çapemeniya giştî.”

‘Jinan zimanê serdest ê mêr guhert’

Leyla Ayaz bal kişand ser keda jinan a di nava Çapemeniya Azad de û destnîşan kir ku hejmareke zêde ya jinan di nava Çapemeniya Azad de heye. Leyla Ayaz axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di hemû qadên Çapemeniya Azad de jin hene. Vê yekê guhertinek jî bi xwe re anî. Zimanê serdest ê mêr guhert. Ev yek bi têkoşîna jinên Kurd ên rojnameger pêk hat. Jin gihiştin rastiya ku divê rêxistinkirineke xweser a rojnamegerên jin hebe. Di sala 2012an de cara ewil ajansa jinê JINHA vebû. Ev dîrokeke pir girîng e. Ji ber her kes li bendê bû ku JINHA dê weşangeriyeke çawa bike. Çawa kamerayê bikarbîne, derkeve qadê, çawa aboriya xwe pêk bîne çawa xwe bigihîne hemû kesan. Fikareke wiha hebû. Fikara hevalên mêr ên di nava Çapemeniya Azad de jî hebû. Ji ber vê yekê çavên herkesê li JINHAyê bû. JINHA xwedî tecrubeyeke mezin bû ji ber ku di nava Çapemeniya Azad de gelek tiştan hîn bû. JINHA di sala 2016an de weke gelek kovar, rojname û televizyonan hate girtin lê piştî JINHAyê ŞÛJIN jî JINNEWS jî hatin vekirin. Ev serkeftina Çapemeniya Azad a Kurd û rojnamegeriya jin a Kurd nîşan dide. Ev yek bi ajansan bisînor nema niha rojname, kovar, televizyon û radyoya jinê hene. Ev hêzeke pir zêde dide civakê. Ne tenê jinên Kurd bandor li hemû jinên tirk û jinên ku li Rojhilata Navîn dijîn kir. Mînak Nûjinha li Rojhilata Navîn weşanê dike. Ev yek asta Çapemeniya Azad a Kurd nîşan dide. Di hêla zimanê mêr de her kes me weke çavkanî nîşan dide. Em nûçeyeke qetilkirina jinan didin hemû çapemenî li me dinêre, zimanê jinê çawa ye, wan çawa daye.”

Leyla Ayaz bi lêv kir ku çapemeniy azad di hemû qadan de ji bo nûçeyan dibe çavkanî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Esas em jî bi xwe li vir weke akademiyê ne. Her wiha Komeleya me ya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) heye. Jin li vir rêxistinkirina xwe mezintir dikin. Her wiha cara ewil e ku em Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê li dar dixin. Ev jî ji bo me merheleyeke girîng e. Asta ku hatiye nîşan dide û xwedî derketina mîrateyekê ye. Vekirina ajansê jî xeyala heval Şîlan Aras bû. Em dixwazin van hêvî û xeyalan bi xebatên xwe bi cih bînin. Ez di wê baweriyê de me ku ev berxwedan û biryarbûna Çapemeniya Azad bi taybetî rojnamegerên jin ew ê bi serkeftî be. Em hêzê ji gel digirin em ê bi vê hêzê ragihandina xwe ya rastiyê bînin ziman.”

‘Çapemeniya Azad berhemê têkoşînê ye’

Rûspiyê Çapemeniya Azad a Kurd û rojnameger Medenî Ferho jî diyar kir ku divê mirov, medya û demokrasiyê di nav hev de binirxîne û wiha got: “Heke demokrasî nebe, çapemeniya azad jî nîn e. Form û argumenên etîk, yên çapemeniyê jî di demokrasiyan de pêkan e. Li Tirkiyeyê, gelê kurd, bi dîrok, erdnîgarî, çand, ziman û nasnameya xwe dihate înkar kirin. Gelê Kurd bindest bû. Gotinek klasîk heye, dibêjin; gelê bin dest nijadperest nabe, her dem şoreşger e. Ji bo vê jî, medya gelê bindest jî şoreşger e, şoreşger jî azad in û ji bo azadiyê têdikoşin. Heke em Tevgera Azadiya Kurd, weke ‘Vejîna Kurd’ bi nav bikin, dive em çapemiya azad ya Kurd jî weke ‘destpêka vejîna hewngîrî û hişmendiya civaka Kurd’ binav bikin. Hafizeya civaka Kurd jî tunekiribûn.”

Medenî Ferho got ku “Piştî Tevgera Azadiya Kurd, gora betonî ya meftûnkirina gelê Kurd parçe kir, Çapemeniya Azad, dest bi weşanê kir” û axaftina xwe wiha domand: “Yanî Çapemeniya Azad berhemê têkoşîna vê tevgerê ye. Belê, berê jî weşanên munferît hebûn; yan xwendekarên zanîngehan kovar derdixistin, yan jî herêmî derdiketin. Tevahî jî ne xwedî hêza rojnamevanî û etîkên rojnamevaniyê bûn. Amator bûn û nikarîbûn birînên gelê Kurd derman bikin û bandorê li hafizeya civakê bikin.”

‘Ajansên Kurd tevî derfetên kêm jî bûn çavkaniyên ajansên cîhanê’

Medenî Ferho destnîşan kir ku Çapemeniya Azad, bi profesyonelî dest bi kar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min hingê li rojnameya Cumhuriyetê kar dikir û şahidê wê serdemê me. Çapemeniya Azad bi Tevgera Azadiya Kurd, dest bi weşanê kir û weke foruma ku dikaribe qarîşa medya berdevkiya îdeolojiya siyaseta înkar û tunekirin bikişîne kar dikir. Çapemeniya Azad ne li pey reytîng, kar û reklaman bû, armanc stewihandina hafizeya civakê û ragihandinên rasteqîn bû. Dema ku çapemeniya azad dest bi weşanê kir, dewleta milîtan, bi hestên haydudî êrîş dane destpêkirin. Her roj rojnamevan dihatin kuştin, mirov dihatin revandin, sansur zêde dikirin pratîkê û tirsa bi koordîne belav dikirin. Ne tenê rojnamevan, kesên ku rojname belav dikirin jî dikirin armanc. Rojnamevanên ku di çapemeniyên cûda de kar dikirin û li ser pirsa Kurd nûçe amade dikirin jî dikirin armanc. Otorîteya ku sed salî faşîzma pençîk-dewşirme, bi gotina Frensiyan ‘lejyoneran’ dimeşand, nirxên însanî nasnedikirin, etîk û exlakê çapemeniyê tune dihesibandin. Ji xwe mafên bi nirxên sosyolojîk û felsefeya etîk û normên medya nasnedikirin.

Tevgera azadiya Kurd, şoreşger bû, ji bo guhertina gelê Kurd û gihiştina azadî û demorasiyê têdikoşiya. Çapemeniya Kurd jî weke berhemê vê tevgerê û weke Çapemeniya Azad derkete holê, li hemberî ku berdelên giranbiha dan jî, giha konaxa ku bibe alternatîfek ku mînaka wê li cîhanê nebe. Çapemeniya Kurd, her çiqasî bi giranî li mişeştiyê jî be, weke ‘Plaza Kurd’ derketiye holê. Ajansên Kurd, li hemberî derfetên kêm jî, bûne çavkaniyên ajansên cîhanê.”

‘Çapemeniya Azad berdevkiya gelên bindest dike’

Medenî Ferho anî ziman ku Çapemeniya Azad, ji aliyê rojnamevan, kovar, televizyon û ajansan ve xwedî artêşêk rojnamevan û nivîskaran e û wiha pê de çû: “Her rojnamevanê di Çapemeniya Azad de kar dike, bi hişmendiya, li hemberî kê berpirisyar e, armanc û encama nûçe û nivîsên amade dike dizane û bi wê berpirisyariyê kar dike. Ji ber ku dinava nîv sedsalê de, hafizeya kolektîf hem di nava civakê de, hem di nava saziyên civakî û pêşengên civakê de pêşket. Bi taybetî nifşê duyemîn ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de, bi hest û nirxên madî û manewî yên civaka xwe, bi felsefeya civaka demokratîk dagirtî ye. Girtin û ceza kirina bi deh salan didine ber çavên xwe û li pey rastiyanin û gel ji rastiyan agahdar dikin.

Kedkarên Çapemeniya Azad, ji Çapemeniya Azad a cîhanê cûda ne. Ji xwe, li cîhanê Çapemeniya Azad biqasî ku nîne kêm e. Ji ber ku teva hewveyî reklam û desteka desthilatdariyan e. Lê Çapemeniya Azad a Kurd, tenê destekê ji gelê xwe digire û berdevkiya gelê xwe û gelên bindest dike. Gotinên ku bêdenegiyê temsîl dikin bikarnaînin, rastî-heqîqet çibe wê dibêjin û dinivîsin.

Li Tirkiyeyê êdî ne kûçik mirovan, mirov kûçikan didrrin û tenê Çapemeniya Azad a Kurd vê rastiyê digihîne gelên Tirkiyeyê. Çapemeniya Azad a Kurd xetên fayê yên mêjiyê înkar û tunekirinê parçe kirin. Bi weşan û ragihandinên xwe jî weke roja destpêkê, di nava gelê Kurd û tevahiya gelên Tirkiyeyê de, banga mîladî dike.”

‘Têkoşîna Çapemeniya Azad ji bo azadiya çapemeniyê ye’

Medenî Ferho da zanîn ku divê Çapemeniya Azad ewilî li dijî selefkarên siyasî û civakî têkoşîna xwe biwêrekî bimeşîne û ev tişt gotin: “Ev merc sereke ye. Ev jî bi îradeyek xurt dibe. Rêber Apo jî, dibêje, ‘kes hej ji mirovê bê îrade, nake’. Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd, ji bo demokasî û tevahiya gelên li Tirkiyeyê û herêmê ne. Têkoşîna çapemeniya Azad ya Kurd jî ji bo azadiya çapemeniyê ye. Fîlozofê Emerîkî Jean Kena jî dibêje; ‘divê medya azad, li derveyî dewletê ji bo civaka sivîl têkoşînê bike.’ Rojnamevan nikare bi zimanê îdeolojiya fermî û weke xutbeya meleyên rejîmê ‘weazan’ bide. Kedkarên Çapemeniya Azad a Kurd di nîv sedsalê de bi hişmendiyek berpirsyar kar kirin, canê xwe dan. Mirov nikare pêl devera wan fedakarên çapemeniya azad bike û gotinek neyînî û çewt bikar bîne. Ya rast wan helbest û neşîde heq kirine.”

Medenî Ferho ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Divê rojnamegerên Kurd, rewşebîr û akademisyenên Kurd, pirsa; ‘Gelo em dikarin li ber otorîteya hegemon rabin û gotina rastiyê bêjin?’ ji xwe bikin. Guman dikim ku li welat jî, li derveyî welat jî, bi taybetî nivîskar û rojnamevanên çapemeniya azad, vê pirsê dikin û bersiva wê jî erênî ye. Rojnamevan nikare li pêşberî azadî û demokrasiya negatîf bêdeng bimîne. Di vê pêvejoya ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya aştî û civaka demokratîk hatiye dest pêkirin û di dîroka Tirkiyeyê de, yekemîn car ji bo pirsgirêka Kurd komisyonek hatiye avakirin de, helwesta civakê, jinan, ciwanan, rewşenbîrç rewşenbrî û çapemeniya azade mînaka vê ye. Çapemeniya Azad ya Kurd, bûdnegî berteref kiriye, tirs ji holê rakiriye, koloniya di beden û mêjiyê Kurd de hatiye sazkirin tune kiriye. Biqasî ku em dibêjin, Çapemeniya Azad, divê em bêjin civaka azad, kesayeta azad a Kurd. Ev biwêj ne şaş e û lingên wê jî ne li hewayê ye.”

‘Divê çapemeniya Kurd bibe hêza dadgehkirina civakî’

Medenî Ferho axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Weke rojnamevakî ji çapemeniya azad, min pirtûkek bi navê ‘Medya Ziman û Civak nivîsiye û dibêjim; ‘Divê rojnamevanên kurd, aqilê bi deyn negirin, bi aqilê têkoşîna nîvsedsalî tevbigerin, zeviyên mêjiyê gelê Kurd, ji zivan û giyayê jehrî paqij bikin. Med Tv şoreşek bû, ev şoreş bi Medya Plaza hatiye xelatgîrkirin. Têgihiştin û gihiştina rastiyan, naskirina îdeolojiya Turk-î Turan û Turk-î Îslam e. Ji bo vê jî divê reaîleteya Kurd baş werê fêhm kirin; realiteya Kurd jî di paradîgmaya modern ya Birêz Abdulah Ocalan de veşartî ye. Kilîdên hemû aliyên hegemonîk yên dewleta otorîter hatine şikadin. Kurdan serdema gihiştina heqîqetê zemt kiriye lê tenê heqîqet nîne, ew aqilê sedsalî şiyar e û li ber çik û pikan e, dikare her kêlî bizire û wek berê maseya aştiyê jî ji holê rake. Aqilê otorîter, bi dengekî hêdî ranaweste, divê rastiya dîrokî, erdnîgarî û nasnameyî bi mînakan werê eşkere kirin. Divê Kurd, Çapemeniya Kurd, bi her halûkarî bibin hêza dadgehkirina civakî û dewleta Enqerê ji pêş baş, ji rast û çep bikin bin lêpirsînê dadgeh bikin.”

Etîket: 6ê Îlonê Roja Çapemeniya AzadÇapemeniya AzadÇapemeniya KurdLeyla AyazMedenî Ferhomedya KurdîRojnameya Serxwebûnê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Divê AKP û Dewlet zara qumarbazan bikar neyne!

Divê AKP û Dewlet zara qumarbazan bikar neyne!

16 ADAR 2025
Bi çavên Îbnî Haldûn têkoşîna kurdan

Bi çavên Îbnî Haldûn têkoşîna kurdan

19 SIBAT 2025
Ji bo vîna wan bê dîtin Meclîsa Jinan ava kirin

Ji bo vîna wan bê dîtin Meclîsa Jinan ava kirin

18 SIBAT 2025
Adnan Bîlen: Di polîtîkayên dewletê yên li dijî rojnamegeran de tiştek neguheriye

Adnan Bîlen: Di polîtîkayên dewletê yên li dijî rojnamegeran de tiştek neguheriye

18 ÇILE 2025
Kedkarê Çapemeniya Azad Kalo li ser gora xwe hat bibîranîn

Kedkarê Çapemeniya Azad Kalo li ser gora xwe hat bibîranîn

16 ÇILE 2025

Dîktator çûn celad hatin

25 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (81)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne