• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em ê bi rêxistinbûnê hesabê bipirsin’

Amed / AW

27 ÇILE 2026 - 11:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê DFGê Selman Çîçek bi boneya salvegera kuştina Aziz Koylûoğlu axivî û got: “Ji ber Azîz Koyluoglû rastiyên ji Rojava û Bakurê Kurdistanê parve dikir hat hedefgirtin. Em ê bi rêxistinbûnê hesabê bipirsin.”

Li Kurdistan û Rojhilata Navîn plansaziyên dagirkeriyê, mêtingeriyê, tunehesibandin çand, bawerî û neteweyan plansaziyên hêzên hegemon didomin. Li dijî polîtîkayên ku gelen tune dihesibînin û rastiya civakan li gorî van berjewendiyan digirin dest rojnameger bi ragihandina rastiyan ve di navbera gel û rastiyan de dibe pireke rastiyan û heqîqetan. Hêzên hegemon û herêmî yên nijadperest, sermayedar, radîkal ji ber vê erk û berpirsyariya rojnamegeran hedef digirin û naxwazin rastî bigihin gel û heqîqet derkevin holê.

Rojnameger Azîz Koyluoglû di 27’ê Çileyê de li navçeya Ranyayê ya Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê di encama êrişa SÎHAyên Tirkiyeyê ve hat qetilkirin. Di deyemîn salvegera qetilkirina Rojnameger û mamosteyê Çapemeniya Azad Azîz Koyluoglû Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek ji ajansa me re axivî.

‘Ya tê hedefgirtin rojnamegerî ye’

Rojnameger Selman Çîçek destnîşan tevî ku li ser wesatîya Rojnameger Azîz Koyluoglû tê de bû çapemenî dihat nivîsandin hate qetilkirin û derbarê sedema qetilkirina rojnamegeran de ev tişt gotin: “Di dema Azîz Koyluoglû hatiye qetikirin, rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî hatin hedefgirtin. Hem Azîz, hem Nazim hem jî Cîhan rojnamegerên ku geşedanên li Rojava û Bakurê Kurdistanê ji gel re radigihandin. Rojnamegerên ku ji gel re heqîqetê parve dikirin bûn. Nûçeyên ku çêdikirin bala cîhanê dikişand û dem bi dem nûçeyên ku çêdikirin gelek deng jî vedida. Ji ber vê yekê hatin hedefgirtin. Ya rastî ya di şexsê Azîz, Nazim û Cîhanê de hatiye hedefgirtin rojnamegerî bû.”

‘Ji ber berjewendiyên xwe bêdeng dimînin’

Selman Çîçek têkildarî doza piştî qetilkirina Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir di hêla darizandinê de hin hewldanên wan çêbûne. Selman Çîçek diyar kir ku saziyên navneteweyî di vê mijarê de bêdeng dimînin û ev tişt gotin: “Divê em ji bîr nekin ku bêdengî ne bêalîbûn e, hevkariya sûc e. Welatên din ji ber têkilî û berjewendiyên xwe bi Tirkiyeyê re hene, kuştina rojnamegerekê re wek nedîtî nêz dibin, tenê gumanên xwe û daxuyaniyên xwe yên şermezarkirinê re sînordar dimînin. Lê belê em wek xebatkarên çapemeniya azad dê çi bibe bila bibe em ê ji bîr nekin û dê hesabpirsîna vê yekê bidomînin.”

‘Hikûmet nedîtî nêz dibe’

Di berdewama axaftina xwe de Selman Çîçek ser rewşa şert û mercên ku rojnameger dixebiti sekinî û wiha pê de çû. “Di hêla ewlehiyê de li Tirkiyeyê rewş tarî ye. Ji xwe li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê nîn e. Li cîhanê jî di vê hêlê de maye dawiyê. Li vî welatî rojnamegerê bi navê Hakan Tosûn di nîveka kolanê de bi lêdanê hate qetilkirin. Û têkildarî mijarê tu daxuyaniyên hikûmetê jî çênebûn.”

‘Em ê bi berpirsyariya wan rabin’

Selman Çîçek têkildarî bêdengiya saziyên çepemeniyê û metirsiya ji bîrkirina bûyerê de wiha got: “Çapemeniya azad duh hesaba van qetilkirinan pirsî û dê ji îro pê de jî hesabê bipirse. Ji ber em mîrateya hevalên me yên rojnamegeran hildigirin. Em vê berpirsyariyê hildigirin. Em bi vê berpirsyariyê radibin, em ê kamera û pênûsên wan jî li erdê nehêlin.”

‘Em ê bi rêxistinbûnê hesabê bipirsin’

Selman Çîçek bal têkildarî têkoşîna li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê de bal kişand ser grîngiya hevgirtinê û wiha derbirî: “Divê em têkoşîna hevpar hêj mezintir bikin. Em çiqas li hemberî van kuştinan bi rêxistinkirî bin û têkoşînê mezintir bikin em ê ewqas hesaba vê qetilkirinê bipirsin.”

 

Etîket: Azîz KoyluogluÇapemeniya AzadSalvegera Qetilkirinê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bingeha Çapemeniya Azad: Serxwebûn

Bingeha Çapemeniya Azad: Serxwebûn

3 HEZÎRAN 2026
Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

19 GULAN 2026
‘Em ê ji bo Şukru Çatalbaş pêvajoyê bigihînin armancê’

‘Em ê ji bo Şukru Çatalbaş pêvajoyê bigihînin armancê’

7 GULAN 2026
DFG: Azadiya çapemeniyê alarmê dide

DFG: Azadiya çapemeniyê alarmê dide

3 GULAN 2026
Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

21 NÎSAN 2026
Hesabên MAyê cardin hatin girtin

Hesabên MAyê cardin hatin girtin

5 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (381)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne