Saziya weşanê ya Îsraîlê Channel 14 diyar kir ku DYA amadekariyê dike ku di nav çend rojan de destwerdanê Îranê bike.
Channel 14 ku wekî weşanek nêzîk Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû tê zanîn derbarê destwerdana tê payîn a li hemberî Îranê de angaştek balkêş anî ziman. Di nûçeyê de hate daxuyandin ku li gorî agahiyên nêzîk rêveberiya Amerikayê hatin girtin, amadekariyên operasyonê ber bi dawiyê ve diçin. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Ev destwerdan dê wekî operasyonek bi sînor nabe. Destwerdan dê di asta ku rejîma niha biguherîne de be.”
Di nûçeyê de hate ragihandin ku Trump derbarê bijartekên cuda de agahî girtine û li ser van bijartekan dixebite.













