Li navçeya Peyasê ya Amedê bi şiara “Ji Cegerxwîn heta Arjen Arî Helbesta Nûjen a kurmancî” helbestvanên Kurd Cegerxwîn û Arjen Arî bernameya helbest xwendinê û bîranînê hat lidarxistin.
Bi pêşengiya Şaredariya Peyasê ya Amedê, Komeleya Wêjekarên Kurd û PENa Kurd li Eywana Xwendinê ya Arjen Arî ya li navçeya Peyasê ya Amedê bi şîara “Ji Cegerxwîn heta Arjen Arî Helbesta Nûjen a kurmancî” helbestvanên kurd Cegerxwîn û Arjen Arî hatin bibîranîn. Endamên Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd û nivîskar û endamên meclisa şaredariyan beşdarî bernameyê bûn.
Wêjekarên kurd Mizgîn Ronak, Mem Bawer, Hevseroka Komeleya Wêjekarên kurd Herdem Merwanî û Firatê Dengizî di bîranînê de axivîn.

Pêşî Cîgirê Giştî yê Şaredariya Peyasê Yilmaz Guneş di bernameyê de axivî û got: “Di rojên wisa de wate ji bo peyvan tune ye. Di kesayetiya Arjen arî de em hemû kesên ku di têkoşîna çand û ziman de jiyana xwe ji dest dane, em wan bi bîr tînin. Dibe weke fîzîkî ne di nava me de ne lê di dilê me de dijîn.”
‘Helbest ketine nava kovaran’
Nivîskar Mem Bawer jî di bîranînê de qala biranînên xwe yên ku bi Arjen Arî re kir û got: “Di helbestê de ekola kovargeriya Kurdî ji bo helbestên modern gelek girîng e. Em dikarin bêjin helbest êdî ketine nava kovaran. Helbestên Arjen Arî ji aliyê hunermend Mehmet Atli, Şivan Perwer û Civan Haco ve bûn stran û di nava gel de gelek hate guhdarkirin. Niha di Kurdî de em dikarin bêjin kovara Kurdî êdî têk çûye.”
‘Helbest êdî bûye mijara me ya ‘Kî ne em’’
Nivîskar Mizgîn Ronak ku 30 sal di zindanê de mabû weke axaftvan beşdarî bernameyê bû û got: “Dema ku em di zindanê de bûn me bi xeyal dikir ku dema ji zindanê derên em ê biçin Medreseya Sor. Medreseya Sor war û dilê me yê wêjeya Kurdî ye. Hêviya me ew e ku ew Medrese bigihêje destê xwediyê xwe. Helbest di zarokatiya min de hem mal, firar û dilê me bû. Helbest êdî bûye mijara me ya ‘Kî ne em’. Helbest carinan mirovan deşîfre jî dike. Mirov carinan ser sûc jî digire. Baş e ku helbest ji bo jiyana mirovan deşîfreker e. Helbest carinan ji bo laşê mirov dibe şûjina dil. Di helbesta ‘Gulfiroş’ de mirov dizane ku qala jiyana mirovan dike. Helbest hin caran jî deşîfre ye hin caran kodgir e, yanî bêşifre ye. Gelek caran bi kodên şêrgeletiye bi mirov dide fêmkirin.”
‘Dema ku mirov dinivîse mirov bextewar dibe’
Piştre Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî derbarê wêjeya nûjen de ev tişt anî ziman: “Dema ku em di zindanê de bûn me gelek caran rojên xwe bi xwendina pirtûkên wêjeyî dikir. Ji aliyekî dema ku mirov dinivîse mirov pê bextewar dibe. Dema em dinivîsin em janên gelê xwe jî bi xwe re dihebînin. Dema ku helbastvanekî tirk tê em jê re her tiştî dikin. Lê mixabin ji bo yên Kurd ev tişt nayên kirin.”

















