Bi peşengtiya DEM Partî û DBPê li Parka Şêxşamîl a Rezanê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin.
Îşev li Parka Şêxşamîl a navçeya Rezan a Amedê ji peşengtiya DEM Partiyê û DBPê bi meşaleyan pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Rêveber û endamên DEM Partiyê û DBPê tev li pîrozbahiyê bûn. Girse li parkê agir pêk xist û bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Newroz pîroz be” û “Şehîd namirin” berz kirin. Beşdariyên pîrozbahiya Newrozê piştî pêxistina agir, li ber êrbaneyê govend gerandin.
Girseyê heta şevê govend gerand û dirûşme berz kirin.














