• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    11 malbatên DAIŞî dîsa vegerandin kampa Roj

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê bi CHP û EMEPê re bê cem hev

    Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

    ‘Çiyayê Şengalê ji bo me xeta sor e’

    Li Ranye semînera ‘Roja Zimanê Dayikê’ hat lidarxistin

    Li Ranye semînera ‘Roja Zimanê Dayikê’ hat lidarxistin

    Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Çekdarên Îranê di 6 mehan de 142 kolber kuştin

Navenda Nûçeyan / AW

13 KANÛN 2024 - 22:15
Kategorî: ABORÎ
A A
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku leşkerên Îranê 3 roj berê kolberekî Kurd birîndar kiribû û îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Leşkerên Îrane di 6 melên ewila salê de 142 kolber kuştin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê kolberekî Kurd ku 3 roj berê leşkerên Îranê ew birîndar kiribû û îro jiyana xwe ji dest da, daxuyani da. Tora Mafên Mirovan di daxuyaniyê de anî ziman ku, leşkerên Îranê 3 roj berê kolberê Kurd Meseb Sebzewarî yê ji gundê Qişlaxê yê Rewanserê ya bajarê Kirmaşanê birîndar kiribû. Tora Mafên Mirovan anî ziman ku kolber Meseb Zebzewarî piştî sê rojan li nexweşxaneyê ma, ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da. Torê destnîşan kir ku Meseb Sebzewarî roja çarşemê ya borî li sînorê Newsûdê bi teqeya rasterast a hêzên çekdar yên Îranê ser û çavên wî bi giranî birîndar bû. Paşê ji bo wergirtina tedawiyê rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî daneyên Kolbernewsê, di şeş mehên ewil ên 2024an de, 142 kolber li herêmên sînorî û rêyên di navbera Ûrmiye û Kirmaşanê bi teqeya rasterast a hêzên çekdar yên Îranê, seqem, serma, ketina ser mayînan, ketina ji çiya, bilindahiyan û bûyerên din hatin qetilkirin an jî jiyana xwe ji dest dan. Ji van kolberên jiyana xwe ji dest dane 10 koçber ji wan zarok bûn.

Etîket: ÎranKolberMeseb Sebzewarî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îran beriya civîna bi Amerîkayê re tatbîqata leşkerî pêk anî

Îran beriya civîna bi Amerîkayê re tatbîqata leşkerî pêk anî

16 SIBAT 2026
Wezîrê Îranê Arakçî ji bo civîna bi Amerîkayê re çû Cenevreyê

Wezîrê Îranê Arakçî ji bo civîna bi Amerîkayê re çû Cenevreyê

16 SIBAT 2026
Talîban: Amerîka êrişî Îranê bike em ê piştgiriya Îranê bikin

Talîban: Amerîka êrişî Îranê bike em ê piştgiriya Îranê bikin

16 SIBAT 2026
Li Îran û Rojhilat bilançoya giran: Nêzî 7 hezar kes hatin qetilkirin

Li Îran û Rojhilat bilançoya giran: Nêzî 7 hezar kes hatin qetilkirin

11 SIBAT 2026
Senator Graham: Divê DYA bertekê nîşanî tevgerên li dijî kurdan bide

Graham: Mayîna rejîma Îranê xeteriyek siyasî û exlaqî ye

9 SIBAT 2026
7 sal û nîv ceza li Nêrgiz Mihemedî hat birîn

7 sal û nîv ceza li Nêrgiz Mihemedî hat birîn

8 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sûriyê hikûmeta nû tê avakirin: Hemû pêkhate dê cih bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên şandeya Rojava di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Talîban: Amerîka êrişî Îranê bike em ê piştgiriya Îranê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş paradîgmaya Ocalan û êrişên li ser Rojava nirxand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (616)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne