awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îranê bi fuzeyan êrîşî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê kir

23 HEZÎRAN 2025 - 21:13
Kategorî: CÎHAN, ROJANE
A A
Screenshot

Screenshot

Îranê bi fuzeyan êrîşî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê kir. Îranê îdia kir ku baregeha Amerîkayê bi temamî hatiye rûxandin. Amerîkayê jî ragihand ku tu windayiyên wan çênebûye.

Îranê vê êvarê bi fuzeyan êrîşî baregeha El Udeyd a Amerîkayê ya li Qeterê kir, bi wê re li baregeha Eyn Esed Amerîkayê ya li parêzgeha Enbarê ya Iraqê pergela parastina hewayî hat aktîvkirin û hêzên Amerîkayê ketin veşartgehan li baregehê.

Li gorî Ruetersê ku agahiyên xwe dispêre nûçegihanê kanala El Arebeiye, pergala parastina hewayî ya baregeha Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê ya li rojavayê Iraqê hat aktîvkirin, hêzên Amerîkayê yên li baregehê ketin binerdan.

Li gorî AFP’ê û Rueters’ê, hemwextî vê yekê, hat gotin ku li asîmana paytexta Qehterê Dohayê dengê teqînan hat bihîstin.

Li aliyekî din jî platforma Axios diyar kir ku Îranê 6 moşek avêtin baregehên Amerîkayê yên li Qeterê. Kanala fermî ya Îranê jî ragihand ku li dijî baregeha El Udeyd ku yek ji girîngtirîn baregehên leşkerî yên Amerîkayê li herêma Kendavê ye, dest bi “operasyonên mizgîniya vekirinê” hate kirin.

Qeterê piştî êrîşê qada hewayî ji firînê re girt. Rayedarek Wezareta Parastinê yê Amerîkayê daxuyand ku di êrîşê de tu windahiyên wan çênebûne.

Sekreteriya Konseya Ewlehiya Bilind a Îranê piştî êrîşê îdia kir ku wan baregeha Amerîkayê bi temamî rûxandine.

Etîket: AmerîkabaregehfuzeÎran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Amerîkayê daxuyaniya Îranê: Dibe ku agahiyên baş werin

Ji Amerîkayê daxuyaniya Îranê: Dibe ku agahiyên baş werin

24 GULAN 2026
WSJ: Îran dê daxwazên DYAyê qebûl neke

Di muzakereyên DYA û Îranê de nakokî kûr dibin

23 GULAN 2026
Ji bo Ezîzî banga navneteweyî: Darvekirinê rawestînin!

Ji bo Ezîzî banga navneteweyî: Darvekirinê rawestînin!

22 GULAN 2026
Trump: Em dê dest danên ser uranyûma Îranê

Trump: Em dê dest danên ser uranyûma Îranê

22 GULAN 2026
Hilbijartinên Îsraîlê: Anket çi dibêjin, şansê Netanyahû çiqas e

Hilbijartinên Îsraîlê: Anket çi dibêjin, şansê Netanyahû çiqas e

21 GULAN 2026
Ji PJAKê peyama Newrozê: Ev Newroza diyarkirina çarenûsa azad e

Berdevka PJAKê Ewrîn: Trump çek dabe kî bila eşkere bike

21 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne