• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Dadgeha Bilind cezayê Rojbîn Çetîn erê kir

    Dadgeha Bilind cezayê Rojbîn Çetîn erê kir

    Kurtulmuş: Divê dema torosên sipî bi dawî bibe

    Kurtulmuş: Divê dema torosên sipî bi dawî bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Dadgeha Bilind cezayê Rojbîn Çetîn erê kir

    Dadgeha Bilind cezayê Rojbîn Çetîn erê kir

    Kurtulmuş: Divê dema torosên sipî bi dawî bibe

    Kurtulmuş: Divê dema torosên sipî bi dawî bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Celal Firat: Divê berê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin

Mahmût Altintaş / AW

20 TEBAX 2025 - 08:36
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqerê – Endamê Komîsyona Meclîsê yê DEM Partî Celal Firat anî ziman ku divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike û got: “Hikûmet polîtikayên xwe yên berê didomînin. Zimanê heyî ne zimanê aştiyê ye.”

Di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî hat avakirin. Ji bilî partiyekê hemû partiyên parlamentoya Tirkiyeyê endamên xwe şandin komîsyonê. Li gor pêşniyarên partiyan kesayet, komele, sazî û dezgeh wê di komîsyonê de bên guhdar kirin. Piştî guhdarkirinê jî komîsyon wê ji partiyan pêşniyaran bigire û li gor pêşniyarên qanûnî wê bişînin meclîse. Dê meclîs biryarê bide. Di çerçoveya guhdarkirina sazî û dezgeyan de îro dê Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Tahîr Elçî wê bê guhdar kirin. Civîn wê di seat 14.00an de dest pê bike.

Endamê Komîsyona Meclîsê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Celal Firat tekildarî xebatên komîsyonê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Heta niha pêşketinek pêknehat’

Celal Firat anî ziman ku heta niha di komîsyonê de pêşketinek pêk nehatiye û derbarê xwabatên komîsyonê de wiha got: “Di rûniştina yekem a komîsyonê de partiyên tevlî bibûn fikarên girseya xwe anîn ziman. Rûniştina duh jî malbatên leşker û polîsan û komelê hatin. Guh û çavê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li vê komîsyonê ye. Gel jî dixwaze ji aliyê qanûnî vê sererastkirinek pêk were û ew sererastkirin biçe meclisê. Heta niha tu encameke derneketiye. Heta 15ê Îlonê wê komele, sazî, dezgeh û keseyatên ku partiyên komîsyonê pêşniyar kiribûn wê ben guhdar kirin. Ew jî demeke dirêj e. Divê hemû endamên komîsyonê û kesên beşdar dibin hevdû fêhm bikin ku pirsgirêk çareser bibe. Hemû kes bi ziman, nasname û baweriya xwe bijî. Em jî hêvîdarin ku hemû kes hevdû fêhm bikin û çareseriya demokratik pêk were.”

‘Divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’

Celal Firat destnîşan kir ku komîsyon divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civînên Komîsyona Meclîsê wê demeke dirêj bajo. Fikarên me yên ku dewlet pêvajoyê dirêj dike hene. Di destpêkê de divê komîsyonê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûya. Daxwaza me jî ew bû. Lê pêk nehat. Hêvî dikin piştî civînên komîsyonê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. Birêz Abdullah Ocalan Serokê Rêxistinê divê bi birêz Abdullah Ocalan re teqez hevdîtin bê kirin. Divê li ser Rojhilata Navîn, çareseriya pirsgirêka Kurd nêrînên birêz Abdullah Ocalan jî bên girtin. Birêz Abdullah Ocalan bi fikir û remanên xwe pêşiya siyasetê vedike. Lê heta niha ji aliyê dewletê ve tu gav nehatiyê avetin. Ji aliyê ziman ve jî guherîn pêk nehatiye. Nabêjin em vê pirsgirêkê çawa çareser bikin. Hê jî gefan dixwin. Heke bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin neyê kirin kêmasiyeke pir mezin e.”

‘Ew ziman ne zimanê aştiyê ye’

Celal Firat diyar kir ku heta niha di ziman û polîtikayên dewletê de tu guherandin pêk nehatiyê û got:  “Aştî bi yek alî nabe. Em bi partiyên din re jî dicivin. Piştî guhdarkirinên keseyetan, sazî, dezgeh û komeleyan em ê dîsa bi partiyên din re hevdîtinan bikin. Lê divê bê zanîn ku aştî bi yek alî nabe. Dewlet dibêje aştî. Lê zimanê wan qet neguheriye. Di komîsyonê de jî wisa ye. Divê dewlet di serî de zimanê xwe biguherînin. Lê mixabin hê zimanê xwe yê qirêj bernedane. Em hertim dibêjin divê hûn vî zimanî biguherînin. Îro Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di komîsyonê de biaxivin. Heke partiyên komîsyonê wan dayikan guhdar bike divê şerm bikin. Ew dayik tevî ew qas êşan jî dibêjin aştî. Lê tevî wê jî hîn gefan dixwin. Polîtikayên xwe yên berê didomînin. Em jî dixwazin dewlet van polîtîka û zimanê xwe biguherînin. Ew ziman ne zimanê aştiyê ye.”

‘Divê Tirkiye dev jî dijminatiya Kurdan berde’

Di dawiya axaftina xwe de Celal Firat bal kişand ser gefxwarina Hakan Fîdan a li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û ev tişt anîn ziman: “Gefan li HSDê dixwin. Dibêjin çekên xwe deynin. Lê HTŞê çi bi serê Durzî û Alewiyan anî ji holê ye. Heke HSDê çekên xwe berde ew yek dê bê serê Kurdan jî. Lazime pirsa ‘Hûn dixwazin bi HTŞê re bibin cîran an jî bi HSDê re?’  Heke vê pirsê ji gel bikin, ez bawer im dê gel bixwazin ku HSDê re bibe cîran. Divê dijminatiya li dijî Kurdan bi dawî bikin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê Tirkiye ji bo aştiyeke mayinde dev jî van polîtikayan berde û dijminatiya Kurdan berde.”

 

Etîket: ÇapemenîCelal FiratDayikên AştiyêDayikên ŞemiyeHakan Fidankomîsyonziman
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

20 TEBAX 2025
Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

19 TEBAX 2025
Civîna Komîsyona Meclîse dest pê kir

Turan Taşkin: Bi operasyonên siyasî aştiya navxweyî wê çawa pêk were

19 TEBAX 2025
Dogan: Daxuyaniyên Hakan Fîdan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

Dogan: Daxuyaniyên Hakan Fîdan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

15 TEBAX 2025
Kurtulmuş: Divê gavên demokratîkbûnê bên axaftin

Kurtulmuş: Divê gavên demokratîkbûnê bên axaftin

12 TEBAX 2025
Komîsyona pêvajoyê ji bo nexşerêyê civiya

Komîsyona pêvajoyê ji bo nexşerêyê civiya

12 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (295)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne