Stenbol – Sema Yuce di 21ê Adara 1998an de bi gotina “ez dixwazim mêjiyê xwe, dilê xwe, bedena xwe di navbera 8ê Adarê û 21ê Adarê de bikim pirek” bedena xwe da ber agir û bû sembolek ji çelengên Newrozê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo Sema Yuce wiha dibêje: “Her şer, bi taybetî jî ji bo rawestandina şerê qirkirinê, kesayeteke mîna Sema ya têkoşer hewce dike.”
Newroz di dîroka gelê Kurd de nîşaneya serbilindî û serfiraziyê ye. Bi salan e gelê Kurd li dijî zilma dagirkeran bi agirê Newrozê çanda têkoşîn û berxwedanê diçîne. Keç û xortên gelê Kurd li hemberî hemû êrişên îmha û înkarê bedena bi agirê Newrozê kirin mertalek parastinê. Yek ji wan çelengan jî Sema Yuce ye. Sema Yuce di sala 1971an de li gundê Qerqeliya Jêrîn a girêdayî navçeya Dutaxa Agiriyê tê dinyayê. Dibistana seretayî li gundê Qerqeliyê, dibistana navîn li navçeya Dutaxê û lîseyê jî Agiriyê dixwîne. Sema Yûce Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) qezenc dike û li vir Tevgera Azadiyê nas dike. Sema Yuce di nav Tevgera Azadiyê de bi nasnavên wek “Serhildan” û “Leyla” tê nasîn.
Ji ODTUyê ber bi Bekayê ve
Di sala 1991an de ji bajarê Mêrdînê bi komek hevalên xwe re tev li PKKê dibe. Paşê diçe geliyê Bekayê û demekê ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimîne. Piştî demeke kin perwerdeyê dibîne û di sala 1992yan de bi komek hevalên xwe re vedigere qada Serhedê û dest bi xebatan dike.
Îxanet, girtin û pêvajoya girtîgehê
Di havîna 1992yan de li navenda Agiriyê bi komeke hevalên xwe re di encama îxbaratekî de tên binçavkirin. Li dadgehê, parastina siyasî dike, piştî lêpirsîneke demdirêj sewqî dozgeriyê tê kirin û wê dişînin girtîgehê. Di encama darizandinek formalîte de 22 sal cezayê girtîgehê yê giran lê tê birîn. Di destpêkê de sirgûnê Nevşehîrê tê kirin û paşê sirgûnê girtîgeha Çanakkaleya Tirkiyeyê tê kirin.
Şeva Newrozê agir bi bedena xwe xist
Di şeva Newroza 21ê Adara 1998an de li girtîgehê çalakiya fedaî li dar dixe û bedena xwe dide ber agir. Sema Yuce ku bi giranî birîndar dibe, radikin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerahpaşa ya Stenbolê. Li nexweşxaneyê 30 rojan tedawî dibîne û di 17ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dide. Sema Yuce beriya çalakiya xwe bi nameyekê xîtabî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên Kurd û gelên cîhanê dike. Sema Yuce di nameyê de wiha dibêje:
Pirek di navbera 8ê Adarê û 21ê Adarê de
“Ez dixwazim mêjiyê xwe, dilê xwe, bedena xwe di navbera 8ê Adarê û 21ê Adarê de bikim pirek. Ji bo ku ez bibim şagirteke zîrek a Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, dixwazim weke Zekiya bişewitim, weke Rahşan bibim Newroz. Ez dixwazim li ser rêya hevrêyên xwe yên din de ku bûne Newroz bi biryardarî bimeşim.
‘Dixwazim çalakiya xwe bi gavek esîl tacîdar bikim’
Dixwazim baweriya xwe ya ku jin jî dikare bibe hevrê bi çalakiyeke esîl tacîdar bikim. Armanca min ji vê yekê ew e ku bi pakkirna ji hemû pênaseyên bi esîltiyê têne zanîn, biqêrim ku xawêna wan mirovan e ku ew bixwe basît in lê xewn û xeyalên wan mezin in. Azadî ji bo me hemûyan e û em dikarin gav bi gav bigihêjin azadiyê.”
‘Şerê me kesayetek wekî Sema pêwist dike’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo Sema Yuca wiha dibêje: “Her şer, bi taybetî jî ji bo rawestandina şerê qirkirina giran a gelê me, kesayeteke mîna Sema ya têkoşer hewce dike. Rastiya Sema, tê wateya evîn, bedewî, xwedî nasnameya bi îdîa. Şervana azadiyê a mezin, tê wateya jina ku teslîmî mêr, bêevînî nebûye. Di vî şerî de ji bilî bidestxistina vê kesayetê tu tiştek nikare we bi rê ve bibe.”













